Li gorî agahiyên dawî, nakokî di navbera “koma Kurd“ û hêzên Ereb yên ku cihê xwe di “Meclisa Niştimanî ya Sûriyeyê“ de girtine, ku bi navê “Meclisa Stenbolê“ jî tê nasîn, derketine. Ev nakokî ji ber helwesta dijminan ya hêzên muxalefeta Ereb li dijî maf û nasnameya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, rû dane. Hêzên muxalefeta Ereb, bi taybet jî rêxistina Birayên Misilman, hebûna Kurdan wek netewa duyem li Sûriyeyê û mafên “Xweseriya/xwebirêvibirya Demokratîk“ qet qebûl nakin. Helwesta van hêzan bi iradeya Tirkiye derdikeve holê. Dewleta Tirk muxalefeta Ereb ya di bin basikê “Meclisa Stenbolê“ de girtiye dest xwe û wê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerîne.
Armanca herî sereke ya dewleta Tirk ew e ku Kurd bi tu rengî di destûra bingehîn a Sûriyeyê neyên naskirin û ji bo wan tu formên xwerêvibiryê neyên dayîn. Rêxistina Birayên Misilman jî ev wezîfe girtiye ser milê xwe û mîna ajanekî wefadar ji bo berjewendî û egndeyên Tirkan kar dike. Bi hemû hêza xwe ev rêxistin û derdorên wê hewl didin Kurdan ji pêşkeftinên li Sûriyeyê bidûr bixin. Wan bêbandor bikin. Rê li ber yekîtiya wan bigrin. Wan lawaz û qelis û ji hev cûda bihêlin .
Ji roja ku serhildana gel a li Sûriyeyê destpê kir û heta vê kêlîkê rêxsitina Birayên Misilman gelek daxuyaniyên dijminane li dijî Kurdên rojava û Kurdên beşên din yên Kurdistanê dane. Vê rêxistina ajana AKP’ê Tevgera Azadiya Kurdistanê wek ‘terorîst’ eşkere kir. Êrîşa bersevdayinê ya ku HPG’ê li himberî artêşa Tirk li Çelê lidar xist, ji aliyê vê rêxistinê û li ser zimanê tevahiya hêzên “Meclisa Stenbolê“ wek “êrîşek teroryane“ û “derbeyek xedar“ hat bi nav kirin. Ev yek hat gotin, tevî ku êrîş eskerî bû û di encama şerekî di navbera 2 hêzên eskerî yên ku di eniya şer de rastî hev hatibûn, derket holê. Li gorî qanûnên şer ên navnetewî mirov ji bo êrîşên eskerî yên esker û alavên eskerî hedef digre, nikare têgeha “terorîst“ bi kar bîne. Lê ji bo AKP’ê û dewleta Tirk razî bike, rêxistina Birayên Misilman û hêzên girêdayî wê tekoşîna gelê Kurd wek ‘terorê’ diyar kirin û bi vê yekê helwestek dijminane nîşan dan û cihê xwe li cem konsepta şer a dewleta Tirk girtin.
Ji vê yekê zêdetir, berpirsên vê rêxsitina ku di salên 80’yî de kiryarên teroryane li dijî sivîlan li Şam û Helebê kiribûn û bi sedan kes kuştibûn, êrîşa xwe ya li himberî nirxên gelê Kurd berdewam kirin. Di gelek daxuyaniyan de wan diyar kir ku ew tu carî fedralîzimê ji bo Kurdan qebûl nakin û dê rê li ber her cûreyê xebata sivîl û aşîtyane li Rojava ya ku li dijî dagirkiriya dewleta Tirk derkeve, bigrin. Bi gotinek din, Sûriyeya pêşerojê ya di bin kontrola Birayên Misilman a ajana AKP’ê de dê dewletek yekreng be. Dewletek girtî be. Li ser esasê mezheba sunnî û netewperestiya Ereb be.
Rêxistina Birayên Misilman pişta xwe bi AKP’ê germ dike. Hemû derfetên xwe ji vê partiyê digre. Jixwe ev her 2 partî jî endamên (Rêxistina Navnetewî ya Birayên Misilman) in. Bi riya pere û diplomasiya dewleta Tirk vê rêxistinê dikarîbû tevahiya hêzên di nava “Meclisa Stenbolê“ bigre bin kontrola xwe. Ev meclis niha xwe mîna “nûnerê serhildana gelê Sûriyeyê“ dide pêş. Ji aliyê welatên Ereb yên kendavê ve jî tê destek kirin. Welatên mîna Saûdî Arabistan û Qeter bi hemû hêza xwe piştgirtiyê didin vê meclisê. Bi milyonan dolar ji bo berpirsyarên wê veqetandine û belafirên taybet xistine bin xizmeta wan. Televizyonên xwe, bi taybet Al-Arabiye tv û Al-Jazzira ji bo kar û xebata vê meclisê amede kirine. Niha “Meclisa Stenbolê“ bûye rojeva van her 2 kenalan û ew mîna “nûnerê yekane yê serhildana gel li Sûriyeyê“ tê nîşan dan. Tenê xebata vê meclisê diyar û mezin dibe û hêzên din jî marjînal û lawaz tên xuya kirin!!.
Dewleta Tirk her weha bi hezaran eskerên ku ji artêşa rejîma Şamê veqetyane destek dike. Ev ekser pirraniya wan ji mezheba sunnî ne. Wan rêxistina bi navê “Artêşa Azad a Sûriyeyê“ ava kirine û li dijî artêşa fermî dest bi lidarxistina çalakiyên eskerî kirine. Serok û berpirsên vê “artêşê“ hemû li Tirkiye mêvanên istixbaratê AKP’ê ne.  Vê “artêşê“ tabûrên eskerî saz kirine û navên mezhebî, li ser bingeha dijminayetiya kêmezheba elewiyan, li wan kirine. Em her roj êrîşên “Tabûra Omer Bin Xetab“ û “Tabûra Muawiye Bin Ebî Sufiyan“ li dijî artêşa fermî, ku pirraniya efserên wê elewî ne, dijîn. Tv eyên Ereban jî van êrîşan pîroz dikin û dixin warê “xweparastinê“. Lê ev êrîş vê dema dawî ne tenê bi armanca “parastina gel“ pêktên, lê ew bi armanca intîqamê lidardikevin. Beriya heftiyekê vê “artêşê“ êrîşek eskerî li dijî komek pîlot ku ji yekîneya xwe vedigeriyan malê, lidar xist û di encamê de 12 kes, 7 ji wan Pîlot hatin kuştin. Ev kes hemû ji kêmmezheba elewiyan bûn. Vê êrîşê hêrsek mezin li nava elewiyan belav kir û dengê tolhildanê bilind kir.
Jixwe şerê di navbera elewî û sunniyan de li bajarê Humisê gur û belav bûye. Heta niha bi sedan kes li ser nasnameya mezhebî hatine tesfiyekirin. Ev “Artêşa Azad ya Sûriyeyê“ destekê ji Tirkiye digre û têkilyên wê yên xurt bi rêxistina Birayên Misliman re ye. Pirraniya eskerên wê ji welayetên Idlib, Hema, Humis û Şamê ne, ku rêxistina Birayên Misilman li van hereman bi hêz û bandor e.
Destek ne tenê ji Tirkiyê ji bo van eskerên veqetiyayî tê. Lê her weha ji welatên Ereban jî. Di vê dema dawî de çavkaniyên cûrbicûr diyar kirin ku desthilatdariya nû li Lîbiyayê bi sedan çekdar bi ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ji bo “alîkariya serhildana gel şandine“ Sûriyeyê. Ev oprasyon bi serkêşiya Abdulhakîm Belhac pêk tê. Belhac jî serokê “şoreşgerên“ Terabolsê bû, ku yek ji kesên herî xwînmij ku li dijî rejîma Mummer Qedafî şer kiribûn. Ew her weha serokê berê yê rêxistina al-Qaîda ya bakurê Afrîkayê bû û çend salan di girtîgeha DYA yê ya bi navê Guantanamo de jî maye. Her weha agahî hene ku bi sedan şervanên al-Qaîdayê ji bo şerê eskerên Îran û Hizbulaha lobananê û parastina “ehlualsunna“ derbasî Sûriyeyê bûne.
Ji bo parastina rejîma Beşar Esad Îran û rêxsitina Hizbulah a Lobnanê û rêxistina al-Sadir ya Iraqê bi hezaran çekdar şandine Şamê. Bi vê yekê re serhildana gel a Sûriyeyê ji forma “aştiyane“ derketiye û ketiye forma “şerê navxweyî“ an şerê mezhebî di navbera Şîi û Sunniyan de. Welatê Sûriyeyê niha bûye mîna Libnanê, ku bi dehan dewlet û alî destên xwe dirêjî nava komên wê kiribûn û ji bo “hesabxwestina ji hev“ û şerê hev û din, welatiyên Lobnanê bera hev didan. Rewş li Sûriyeyê jî niha weha bûye. Welatên Ereb yên Sunnî û Tirkiye şerê Îran û şîiyên heremê dikin. Qada vî şerê mezhebî yê mezin jî Sûriyeyê.
Mixabin hin hêz û kesayetiyên Kurd xwe avêtin himbêza rêxsitina Birayên Misilman û bi awayekî amator û ehmeqyane siyaset kirin. Hin ji wan ji nezanî û hin jî ji ajanî. Gelekan ji wan digotin dibe ku Birayên Misilman û Tirkiye li dijî PKK’ê û PYD’ê tevbigerin, lê emê tu carî destûrê nedin ku mafên Kurdan înkar bikin!. Lê weha nebû. Niha tevahiya “Meclisa Stenbolê“ mafên Kurdan înkar dike û hebûna Kurdan li Sûriyeyê red dike. Ev hêz û kesayetiyên Kurd jî bêhelwest man.
Ji destpêskê ve me got AKP’ê ya ku Kurdên bakur înkar dike û her roj wan qetil dike qet qebûl nake ku Kurdên rojava mafên nasnameyê bidest bixin. Me got dê AKP’ê li himberî Kurdên Rojava şer bike. Dê bi hemû îmkan û hêza xwe hewl bide wan bêpar bike. Lê gelekan guhên xwe girt û berê xwe dan Enqere û li bin ala Tirkiyeyê wek xulaman serî danîn. Niha jî encam diyar e.
Divê ev kes yekser xwe ji “Meclisa Stenbolê“ vebikşinin û lêborîna xwe ji gelê Kurd bixwazin. Divê Kurd nebin beşek ji şerê mezhebî yê di navbera Şîi/Elewî û Sunniyan de. Divê baş were zanîn ku ihtîlmalek mezin heye ku Tirkiye vê “Artêşa Azad a Sûriyeyê“ li dijî Kurdan bikar bîne. Jixwe em ji niha ve dibînin bê çawa çapemeniya Tirk kar û barê PYD’ê yê rêxistinkirina civaka Kurdên rojava li qelemê dide. Ew vî karê wek tehdîd dibîne.
Divê hêzên Kurdan yekîtiya xwe ava bikin û li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê û Rêvibiriya başûrê Kurdistanê di nava têkilî û şêwirdariyê de bin.
Divê Kurd ji bo her tiştî amede bin û karibin bi hêza rêxistinî û eskerî xwe li himberî her cûreyên tehdîd û komkujiyan biparêzin…