Piştî ku rejîma Beşar Esed bi hezaran kes kuşt û avêt zindanê, hêrsa civaka navnetewî li himberî wê zêde bû. Esed hemû sozên „pêkanaina reforman“ û „rawestandina şerê li himberî gel“ binpêkir û bi awayekî berdewam û sîstematîk welatiyên Sûriyeye pelcçqand.
Tercîha kuştin û imhakirina her kesê muxalif reayksyonên tûnd li himberî rejîma Şamê afirandin. Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) û welatên ereban, şidet û wehşiyaeta artêş û hêzên istixbaratê yên Sûriyeye li himberî sivîlan şermezar kirin. Gelek welatan sefîrên xwe ji Şamê vekişandin û têkiliyên xwe yên diplomasî bi Esed re birîn.
Dewleta tirk di destpêkê de zêde bi ser Esed ve neçû. AKPê bawer dikir ku dê Esed pişta xwepêşandêran bide erdê û di dawiyê de serkeftî ji vê kirîzê derkeve. Di dema ku artêşa Esed bi sedan sivîl li bajarê Deraayê dikuştin, hikûmeta tirk doseyek qaşo “reform” ji wî re pêşkêş kir û doza “demokrasiyê” li sîstema Bahsê kir. Bi zêdebûna hijmara kuştiyan û tûndbûna helwesta YE û welatên ereb li dijî Esed, AKPê hinekî helwesta xwe guhert û bahsa “ambargoyê” kir.
Piştî hevdîtina Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan û serokê DYAyê Barack Obama ya vê dawiyê, AKPê helwesta xwe li himberî Esed tûndtir kir û serit axifî. Li gorî Erdogan Esed nema dikare serokatiya Sûriyeye bike û piştî ewqas kuştin û pelçiqandin nema baweriya kesekî bi wî tê.
Wek tê zanîn têkilyên AKP û rejîma Esed yên siyasî û aborî gelekî pêşketî bûn. Dewleta tirk salê bi qasî 6 milyar dolar ji marketên Sûriyeye qezenc dikir. Ji vê yekê zêdetir jî, bandorek mezin li jiyana siyasî û civakî ya Sûriyeye dikir. AKPê mîna Axtebot destên xwe dirêjî nava her şêweyê jiyanê li Sûriyeye kiribû. Heta bi nava artêşê çûbû. Jixwe bajarê Helebê qasî ku bi Tirkiyê ve hatibû girêdan, ewqasî bi Şamê ne girêdayî bû. Rejîma Esed her weha ji bo xatirê AKP şerekî qirêj li dijî kurdan dimeşand. Bi sedan welatparêz radestî dewleta tirk kir û li dijî kurdên rojava dest bi pêkanaîna projeyên nijadperestyane kirin.
Lê ev gav hemû vala derketin. Dema AKPê naskir ku rojên Esed qediyane û dawiya wî nêzîk bûye, yekser helwesta xwe guhert û dest bi dijayetiya rejîma Şamê kir.
Çi bû ku dewleta tirk bazara Şamê terik bike û tercîha rûxandina rejîma Esed bike?.
Bê guman AKP ji bo mudaxeleya li Sûriyeye û rolek beriz di Sûriyeya piştî Beşar Esed de hin soz girtin. Ev soz ji DYA û Ewropa û ji muxalefeta ereb a Sûriyeye jî hatine wergirtin.
AKPê bi riya muxalefeta ereb a Sûriyeye û bi taybetî rêxistina Birayên Misilman dixwaze bandorek mezin li tevahiya vî welatî bike û bibe xwediya gotina dawî. Bi gotinek din, dixwaze alternatîva rejîma Esed AKPeyek Sûriyeye be, ku hemû talîmatên xwe ji AKPeya dayik ya li Enqerê bigre. Bi vê yekê re Şam dikeve bin bandora AKP û Erdogan û kurd jî nema dikarin tu rolê an jî posterê bigrin dest.
Eger muxalefeta ereb li dijî xwestekên kurdan yên „Xweseriya Demokratîk” bibin yek, dê rewşa kurdan xerab be. AKP dixwaze ku muxalefeta islama siyasî û nationalîsta ereb xwestekên kurdan red bikin û wek çawa rejîma Esed ew tengav dikirin û tu maf ji bo wan nedipejirandin, ew jî vê rolê bigrin ser xwe û weha berdewam bin.
Niha li Stenbûlê kongreyekî mezin ji bo muxalefeta Sûriyeye di bin çavdêriya AKP de lidar dikeve. Ev kongre dixwaze “Meclisa Demî ya Sûriyeye” ava bike. Ev meclis jî dê bibe alternatîva rejîma Esed, mîna meclisa Lîbiyayê ku bû alternatîva rejîma Mummer Qedafî.
Hin kesayetiyên kurd yên marjînalkirî di nava vê muxalefetê de hene. Ew ji bo berjewendiyên xwe yên takekesane dixebitin. Muxalefeta ereb jî wan bikar tîne û wek “nûnerên kurdan” dide pêş. Ev kes dê hemû xalên piştguhkirina kurdan û nepejirandina mafên wan yên netewî û çandî qebûl bikin û mora xwe li bin hemû peymanên inkarê bixin.
AKP dizane ku rejîma Esed têk diçe û nema wek berê dikare welat kontro bike. Jixwe niha hijmara kesên ku ji artêşê vediqetin jî zêde dibe û “artêşa Sûriyeye ya azad” çalakiyên eskerî yên rojane li dijî artêşa rejîma Esed lidar dixe. Dibe ku AKP ji bo bicihkirina eskerên vê artêşa muxalif heremek tampo ava bike. Beriya çend rojan General Riyad El-asad ev mesac da û doza “alîkariya eskerî û siyasî” li Erdogan û dewleta tirk kir.  
Eger hat û AKP muxalefeta ereb bigre bin basikên xwe û heremek tampo ji bo eskerên ji artêşa Esed veqetiyayî ava bike, ev tê wê maneyê ku AKPê rejîma nû ya Sûriyeye girt dest xwe. Ev yek ji bo kurdan jî binkeftinek stratîjî ye.
Dê ji bo kurdan Sûriyeye bimîne welatekî mafxwar û inkaryane. Tenê li şûna Esedê niha ku qubleta wî li Tehran, Esedekî din ku qubleta wî li Enqerê dê were…