Yekîneyên Tolhildanê li Stenbol û Amedê li dijî AKP’yî û firoşkarên tiryakê çalakî li dar xistin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj û Yekîneyên Tolhildanên yên Şehîd Alîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara doh bi daxuyaniyekê nivîskî çalakiyên xwe yên rojên dawîn eşkere kirin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Xemgîn Roj got, “Endamên me 8’ê Adarê li Gokturka navçeya Eyup Sultan a Stenbolê li dijî jîpeke luks a karsazekî AKP’ê çalakiyeke sabotajê kir. Di vê çalakiyê de wesayîta endamê AKP’yî îmha bû û bû xwelî.”
Yekîneyên Tolhildanên yên Şehîd Alîşêr Konya û Şehîd Zîn Amara jî got, “5’ê Adarê li Taxa Lalebey a Sûra Amedê, li dijî maleke kesên ku gelê me aciz dikirin, tiryak difirotin û fihûş dikirin jî bi bombeyên destan çalakiyek hat lidarxistin. Di encama çalakiyê de welê li wê malê hat ku neyê bikaranîn.
6’ê Adarê yekîneyên me li dijî kesê bi navê Alî yê ku tiryakê difiroşe, li Kolana 207’an a Şehîtlîka Yenîşehîra Amedê bi bombeyên destan çalakiyek kir.
Li mala vî kesî ya li pişt Navenda Tendirustiyê ya li Taxa Benûsenê jî li dijî firoşkarên tiryakê çalakiyek hat lidarxistin.
Yekîneyên me bi selametî vekişiyan.”
NAVENDA NÛÇEYAN