Ala 14’ê Tîrmehê li ba ye
”Ala 14’ê Tîrmehê heta serketinê wê ti carî nekeve erdê. Ew al niha li Heftenînê di destê gerîla de li ba ye.”
BERFÎN BAGDÛ
ANF/BEHDÎNAN
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk di salvegera 38’an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê şirove kir.
Cemal Şerîk di destpêka axaftina xwe de şehîdên 14’ê Tîrmehê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anî û got, ”Rêber Apo bi peyama ku ji Mazlûm Dogan wergirt û bi peyama şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê kete nava liv û tevgerê. Lewma yên ku 14’ê Tîrmehê dan geş kirin, gerîlayên li çiyê bûn. Çalakiya mezin a gerîla ya 15’ê Tebaxa 1984’an bû.
Berxwedana rojên zehmet
Şerîk bi bîr xist ku 14’ê Tîrmehê di nava şert û mercên herî giran ên êrişkariya qirker a 12’ê Îlonê de pêk hat û got, ”Di nava şert û mercên wê demê de welê li mirovan hatibû ku nikaribûn nefesê jî werbigirin. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê hişt ku mirov bêhna xwe bidin. Gel bi vê nefesê xwedî li rastiya xwe ya civakî, xwedî li nirxên xwe derket. Vê yekê jî civakîbûna li Kurdistanê, bilindbûna demokratîk a şoreşger a li Tirkiyeyê afirand ku faşîzma 12’ê Îlonê hewl dida tine bike. Wê demê di nava civakîbûna Kurdistanê de têkoşîna gerîla dest pê kir û heta niha gelek nirx li Kurdistanê afirandine. Di heman demê de ji bo tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî rê û rêbazên jihevxistina zextên 12’ê Îlonê û nêzîkatiya şoreşger destnîşan kir.
Ruhê gerîlla 14ʼê Tîrmehê ye
Şerîk destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê ji pêvajoya 12’ê Îlonê cudatir nîne, rewşa nûbûyî ya faşîzma 12’ê Îlonê ye û got, ”Bahçelî-Erdogan jî ew kesayet in ku karakterê vê demê yê Kenan Evren temsîl dikin. Felsefeya 12’ê Îlonê senteza Tirk-Îslamê bû. Ew fikir û nêrîn niha di kesayetiya Erdogan, Bahçelî de berbiçav bûye. Di dema 12’ê Îlonê de êrişkarên mîna Suleyman Soylû gelek bûn, lê belê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê helwesteke berbiçav nîşan dan ku dawî li wan hatiye. Di şert û mercên heyî de jî pêvajoyeke bi heman rengî heye, dişibin hev. Niha PKK û gerîlayên azadiyê yên mezin hene. Gerîlayên azadiyê li çiyayên Kurdistanê, li navendên girîng ên Tirkiyeyê, li çiyayan bi cih bûne. Tevgereke xurt a civakî heye, hişmendiyeke civakî heye, hişmendiya civakî ya bi misogeriya gerîla afirî û tevgera civakî tevî zext û zordariya faşîzma AKP-MHP’ê jî dibêje ‘em hene’ û têdikoşin. Destketiyên mezin ew çeper in ku di encama têkoşînê de hatine bidestxistin. Gerîla xurt e, gel û civak li dijî faşîzma AKP-MHP’ê li ber xwe didin.”
Al wê her li ba be
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk, berxwedana gerîla ya Heftenînê weke rastiya 14ʼê Tîrmehê destnîşankir û got, ”Li gel zext û zordariyê jî israra gel a di têkoşînê de ye. Ev yek rastiya şehîdan e. Xwedîderketina gel a li şehadetan e. Ev xwedîderketin wê têkoşînê bilindtir bike. 14’ê Tîrmehê derbeke giran bû ku li 12’ê Îlonê ket, lê belê di heman demê de ala têkoşînê bilind kir. Ala têkoşînê ya 14’ê Tîrmehê di 15’ê Tebaxê de li çiyê li ba bû. Ev al niha jî li nava têkoşînê di destê berxwedêran de digere. Hevrê Kasim û Helmet jî di nava vê têkoşînê de li refên herî pêş bûn. Ev têkoşîn û pêşbirka alê wê bidome, wê heta serketinê ev al ti carî nekeve xwarê. Ev al îro li Heftenînê di destê gerîla de li ba ye. Li bajaran jî li dijî faşîzma AKP-MHP’ê di hêrsa gel de li ba ye û ji niha û pê ve jî wê li ba be.”