Fîlma derhênerê navdar Bahman Qobadî Ala Bêwelat ku bi piştgiriya Parêzgariya Hewlêrê hatiye çêkirin, dê destpêka sala 2016’an de li Emerîkayê were nîşandan.
Di fîlm de her du xort ji bo bipêşxistina welatê xwe dixebitin lê piştî êrişên DAIŞ’ê jiyana wan têk diçe.
Di fîlmê de hunermenda navdar Helly Luv û Nerimanî Frokavan di rola sereke de ne.


Behmen Qubadî kî ye?


Behmen Qubadî sala 1969’an li bajarê Baneyê, li Rojhilata Kurdistanê hatiye dinê. Di dema perwerdebûna xwe de di radyoyekê de xebitî. Di 12 saliya xwe de li bajarê Sineyê bi amatorî tevlî koma derhenerên filman bû û bi wan re kurtefîlm çêkir. 

Di navbera salên 1995-1999´an de derhêneriya 10 kurtefîlman kir ku di pêşbaziyên netewî û navnetewî de xelat wergirtin. Yek ji van fîlman “Jiyana li Mijê” di Festîvala Clermont-Ferrand (li Fransa) Xelata Juriyê ya Taybet stend.
Sala 1999´an di fîlma derhêner Abbas Kierostamî ya “Ba wê me hilde” asîstantiya sereke kir û di fîlma Samira Makhmalbaf ya Textereş de jî yek ji rolên sereke lîst.
Fîlma Qubadî ya Dema Hespên Serxweş, sala 2000’î di Festivala Filman a Cannesê de Xelata Kamereya Zêr, Xelata Sînemaya Ciwan û xelata PIPRESCI wergirt. 


 HEWLER