Li bajarê Elmanyayê Gelsenkirchen ê eyaleta Nordrhein Westfalenê (NRW), 20’ê Adara 2018’an ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê xwepêşandanek hatibû lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan, gelek Elman jî beşdarî çalakiyê bûbûn. Aktîvîsta Elman Monîka Gaertner-Engel ji bo piştgiriyê bide berxwedana gelê Efrînê ala YPG’ê hilgirtibû.
Polîsan jî îdîa kiribû ku nîşandana ala YPG’ê ‘sûc’ e û êrişî xwepêşandanê kiribû û dest danîbû ser ala YPG’ê. Piştre dozgeriya Essenê li dijî Gaertner-Engel lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê îdîa kiribû ku nîşandana ala YPG’ê ‘sûc’ e û xwestibû, bi 200 Euroyî cezayê pereyan li Gaertner-Engel bê birrîn. Lê belê dadgeha herêmî ya li bajarê Gelsenkîrchenê di rûniştina dozê de biryar da ku Gaertner-Engel bi nîşandana ala YPG’ê ti sûc nekiriye û bi vî rengî biryara beraatê da. Monîka Gaertner-Engel piştî rûniştina dozê daxuyaniyek da û diyar kir ku biryara dadgehê ji bo mafên demokratîk girîng e.
ANF/KOLN