AlaMor têkoşîna jinê bi berxwedana jinê dihûne. Ji AlaMor Nilufer Akta diyar kir ku navê xwe ji rengên têkoşîna civak û ya azadiya jinê girtine.
Nîlufer Aktayê got, armanca avakirina AlaMor ew e ku di hunerê de hestiyariya jinê bi pêş bixînin û got; "Jin li her qadê li dijî serdestiya mêr têdikoşin. Jinek dikare di jiyanê de zehmetiyan bikişîne ku muzîkê bike armanc. Jinek dema dizewice dikare dest ji muzîkê berde. Ji ber xebatên din nikarin muzîkê bikin. Em wek AlaMor li dijî vê zextên li ser pêkanîna muzîkê têdikoşin. Armanca me ew e ku em jinan bînin cem hev."
‘Armanc bihistina dengê jinê ye’
Nîlufer Akta dibêje, AlaMor parçeyê hemû pêvajoyan e û li gotinên xwe zêde dike ku armanca wan a yekemîn ev e ku dengê jinan bidin bihîstin.
Nîlufer Akta ji bo zelalkirina mijara li ser mêrbûna stranan, wiha dipeyive: "Di hinek sirûdan de zayenperestî heye. Di sirûda Bûkaniya Spî de zayendperestî heye. Welat wek jinekê tê dîtin. Di şert û mercên şer de jî ev wisa ye. Em jî vê fêm dikin. Hemû şoreşgerî mêr e. Em jî nîqaş dikin ka mêr çawa di stranan de tê jiyandin."
Bi muzîkê hestan derdixin holê
Endama komê Gulçîn Ozerê jî destnîşan kir ku repertuwara xwe bi biryara kolektîf a komê diyar dikin. Gulçîn Ozer dibêje, ew destpêkê li dijî tiştên ji wan re bûne adet, têdikoşin û weha dewam dike: "Nirxa hilberînê, nirxa têkoşîna hebûnê ye." Gulçîn Ozer di dawiya axaftina xwe de dibêje, ew dixwazin hestên jinan bi muzîkê derxin holê.
OYKU DÎLARA KESKÎN / JINHA / STENBOL