Alan li Tirkiyeyê mamostetiya îngilizî xwendiye û ev çend sal in li Londonê dijî û ji bîlî xebatên muzîkê ew di heman demê de li Londonê mamostatiya zimanê ingilizî jî dike. Ji bo danasîna komkujî û bûyerên trajîk ên Kurdan bi gelên bide nasandin, projeyên we hene.
Bandora malbatê
Hunermenda Kurd Suna Alan diyar kir ku ew ji malbatek Kurd – Elewî ye û wiha axivî: “Di mala me de hem dengebjên Serhedê dihatin guhdarîkirin hem ji stranên Elewîtiyê dihatin guhdarîkirin. Di çanda me de tembur pir cihek girîng digire. Hema hema hema hemû xwişk û birayên min tembur lê dixin. Di jiyan min de her tim muzîk hebû. Ez hê zarok bûm her tim xwişk û birayên min yên mezin, xaltiyên min, xalên min û endamên malbatê yên din dihatin ba hev û bi hev re tembur lêdixistin, stran digotin.”
Stranên zaroktiyê
Alan anî ziman ku ew guhdarî kirina ‘Kîne Em’, ‘Bingol şewitî’ û ‘Geliyê Zîlan’ mezin bûye û axaftina xwe wiha domand: “Ne tenê naveroka stranan kesên ku ew klam distrandin, ew jî li ser min tesîrek pir mezin hiştin. Çewlik ji wekî piraniya bajarên Kurdistanê cihek pir rengîn û pir olî ye. Runiştvanên qedîm ên vir Kurd û ermenî ne. Li vir hem Kurdên kurmancîaxêv hem ji Kurdên kirmanckîaxêv hene, dîsa hem Kurdên elewî hem ji Kurdên sunî hene. Dîsa li Çewlikê Kurdên koçer ango Bertî jî hene, ew havînan tên çiyayên Çewlik û Şerevdîn zozanan. Li ser jiyana min ji, li ser hunera min ji cihê ew çanda malbata min û ya herêmê pir girîng e. Di hûnera min de tesîra ew çandê xuyaye.”
Muzîka profesyonel
Hunermenda Kurd Alan bi lêv kir ku ji ber malbat û derûdora wê, ew her tim di nav muzîkê de bûye û wiha behsa jiyana xwe ya bi muzîkê dagirtî kir: “Muzîk di jiyana min de cihek pir girîng digirt. Di dema zaroktiya xwe de ji, dema ciwanî xwe de ji ez bi amatorî bi muzîkê ve mijul dibûm. Min di dibistanê de, di kombûnên taybetî de distrand. Lê profosyonelî min berê du sal li Londonê dest bi karê muzîkê kir. Min berê li Londonê dersên şan wergirt. Di heman demê de di Zanîngeha Londonê Dibistana Lêkolînê ya Rojhelat û Afrîkayê (SOAS) de mîhrîcana muzîka Kurdî pêk hat. Ez ji di vê mîhrîcanê de distram. Ez li vir gelek hatim ecibandin. Li w êmin giraniya xwe da li ser xebata muzîkê. Min di zanîngehê de berê bi Koma Îran re dixebitî, piştre me bi navê koma Kurdî (Kurdish Band) komek ava kir.”
Konsera li kuçeyan
Suna Alan din av projeya muzîkê ya bi navê ‘The Secret Concert- Konser ali kuçeyan’ de jî cih digire. Têkildarî projeyê û naveroka wê Alan ev tişt gotin: “Ew proje ji aliyê Ed Emery ve hat pêk anîn. Ed Emery kesek sosyalîst e û diya wî yewnan e. Ew di Zanîngeha Londonê de di SOAS’ê de xebatên ‘Rebetîko Band’ didomîne û li ser etno – muzîkê doktora çêdike. Em di bandê de 3 jin in, yek rumên kibrisê ye, yek tirk û yek ji ez im. Me dixwast bi vê projeyê çîrokên stranan û mehnaya stranan bidin guhdaran nasandin.”
Pirzimaniya komê
Di vê projeya ku Alan tê de cih digire de bi gelek zimanan stran tên gotin ku yek jê jî rûmenî ye. Alan têkildarî pirzimaniya komê de jî ev tişt anî ziman: “Gava ez du salî bûm, malbata min koç kirine hatine Îzmîrê. Zaroktiya min û ciwaniya min li Îzmîrê derbas bû. Li vir hîn wekî berî komarê taybetiya xwe ya multî-kultî piçek diparast. Ez li vir di bin bandora klamên Balkanan û Ege yên rûm, roman û rebetîko jî mam. Li Îzmîrê ne tenê Kurd, rûm, Romên ku kulilk difirotin û fal temaşe dikirin, file, koçberen Balkanan ji dihatin diskrîmîne kirin. Xwe piraniya rûman asîmîle bûne. Ji ber kû ew ji wek me li vir biyanî bûn, em nêzikî hevdû bûn. Ew cudabûyîna wan û rengînbûna wan bû sebeb kû ez bi wan va bûm heval. Bi wî hawî ji ez muzîka wan ji wan hîn bûm.”
LONDON