Şandeyê ji saziyên çand û hunerê yên bajarên Bakruê Kurdistanê û Tirkiyê Istenbol, Mêrsîn, Mêrdîn, Amed, Botan û Serhedê serdana bajarê Kobanê kirin. Di nava şandeyê de rêveberên Tevgera Çand û Hunerê ya Bakurê Kurdistanê Erol Balcî, Taybît Qilinc Eslan, her wiha hunermenên bi navê Bilind Toran, Qaicrcan û Helîm Umer jî di nava şandeyê de cihê xwe girtin.
Şande ji aliyê endamên Rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê ve hate pêşwazîkirin. Şande piştrê derbasî navenda Çand û Huerê ya Kobanê bûn. Şandeyê alavên mûzîkê yên wekî saz, keman û bilûr diyarî Navenda Çand û Huernê ya Koabnê kirin.Li ser navê şandeyê Bilind Toran axivî û got ku ew bi armanca piştgiriyê bidin xebatên çandî û ji bo piştgiriya ji nûve vejandina çand û hunera kantonê.Piştî serdanan şande dîsa vegera Bakurê Kurdistanê.
ANHA/KOBANÊ