Albuma Solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî "Rojbaş Amed/Veger" û albuma Koma Westan a ku solîstiya wî Gerdenzerî kir a yekemîn a bi navê "Bayê Payîzê" bi 2 CD'an hate cem hev. Kerem Gerdenzerî di jiyana xwe ya 41 salan a hûnerî de ji albuma xwe ya di Kom Muzîkê de derket qapaxa albuma xwe ya di sala 1989'an de weşand cih dayê. Di albûma Gerdenzerî ya 5'emîn a bi navê "Rojbaş Amed/Veger" de gelek stranên nû hene. Gerdenzerî di albûma xwe de cih da hinek staranên xwe yên berê jî.  Di Kom Muzîkê de albuma Hunermend Aygul Erce a bi Kurdî û Tirkî ya bi navê "Aciya şarkilar" jî derket. Ece di albûma xwe de cih dide 10 starana û ji wan stranan 5 staran ên wê bi xwe ne. Erce helbasta Helbestvan Behçet Aysan ê ku di Komkujiya Madımakê de jiyana xwe ji dest da ya bi navê "Kırık bir kurşun kalemin şiiri” û helbesta Karacaoglan “Yürü bre yalan dünya” jî kirin stran. Di albuma Erce re de helbestên Pîr Sultan Abdal, Serdarî û Ercişli Emrah jî cih digirin. 

DÎHA/STENBOL