Hunermendên Îtalî, bi pêşengiya Komîteyaya Dostaniya Kurd bi navê “Stranên ji bo Rojava” albumek amade kir. Dahata ji albumê hemû wê ji bo nexweşxaneya li Til Temir tê avakirin bê terxankirin.

Di albumê de deh komên muzîkî yên Îtalî cihê xwe digirin. Her kom di albumê de stranekê dibêje. Ev kom jî bi navê xwe Radio Torre, Dalton, Los3saltos, Ilnano, De’ soda sisters, Lab hip hop meticcio, Fun, Radici nel cemento, Nuove tribu zulu û Tacita.


Min resmek xêz kir…

Stranên di albumê de îlhama xwe ji helbestên Nazim Hîkmet, Şêrko Bêkes û M. Emin Bozarslan girtine. Muzîkjenên Îtalî ji helbestan çarîneyek wergerand Îtalî, bi ser de gotin nivîsîn û beste kirin.

Yekemîn strana albumê jî helbesta Ocalan a bi navê Min resmek xêz kir e. Ev helbest hem bi Kurdî û hem jî bi Îtalî di albumê de hatiye gotin.


„Min resmek xêz kir, dixwazim her lê bê nihêrîn 

Ez bûm dengek dixwazim her bê bihîstin

Ev resm, ê Kurdistanê ye

Resmê tevahiya rengan û gelan

Li ber xwe dide, hîs dike, dijî û xeyal dike. …”

 

Xebateke xwebexşane ye

Proje bi armanca destekkirina Rojava ye, û dixwaze dahatê bîne ji bo projeyên li Rojava. Proje bi temamî xwebexşane bi rê ve diçe. Hem hunermendan, hem binezasiya teknîkî ya projeyê û hem jî organîzatoran bi dilê xwe û bê pere di projeyê de cihê xwe girt.

Koma tenduristiyê Komîteya Dostaniya Kurdistanê xwediyê projeyê yê sereke ye. Tevahiya dahata projeyê wê ji bo temamkirina avahiya nexweşxaneya li Til Temirê bê terxankirin. Wekî din malzemeyîn xizmeta denduristiyê û derman jî wê bi wê dahatê ji bo Rojava bên tedarikkirin.

Kesên dixwazin albumê bikirin û destekê bidin projeyê dikarin wê ji navnîşana li jêr peyde bikin: “info@uikionlus.com” 


ROMA / Y.OZGUR POLITIKA