Serokkomarê Tirkiyê li Amêrîkayê li ser pirsa rojnamegerekî gotiye; “Alerjiya min ne li dij Kurdên derve ye!” Gava alerjiya wî ne li dij Kurdên derve be, wê çaxê li dijê kî ye? Dibe ku alerjiya wî li dij Kurdên li Kurdistana bakur hebe! Xwerû jî li dij Kurdên bi anor û bi serbilindî li doza xwe xwedî derdikevin. Ev ne şaş têgihîştina min e, forma gotinê tê vî wateyî. Êh kanê Kurd û tirk bira bûn?

Wer xuyaye, wek partiya xwe AKPê alerjiya xwe li dij pirsên rastiya wan li ber çavan radixîne jî heye. Ne tenê alerjiya wan, wek ruhistîn ji rastıyê ditirsin, ji ber ku tewanbar in. Rojnamegerê amerikî Lall Weymouth sê caran heman pirs ji birez Abdullah Gul pirsî, lê bi pirsê re ji ber psikolojiya tewanbariyê rûçikê wî tirş bû, ji ber ku rastî tehle, du caran nexwest ku bersiva wî bide. Di encamê de di divêtiya bersiv dayînê de mabû. Lall Weymouth ev pirs ji wî kiribû:
“... Di destê Senetoya Amêrîkayê de raporên li ser Tirkiyê re alîkariya çek ji bo El Nusra tê şandin, hene, gelo ev rast in?”
Ew bi rûçikê tewanbarî vê pirsê wiha dibersivîne: “Mirovên vê rikê derdixin pêş şaş in, ew mirovin pêşdîtinên wan nînin û me nanasin e. Ez tu carî van rikan napejirînim..:”
Her çendî hûn di veşartin û manîpulasyonê de hosta jî bin, dunya ne kor e, ew rimê wisa qirase nikane ji ber çavan were veşartin. Dem demeke wisa ye, ku bê xwestin, derfetên li odeyên razanê nêrînê jî, hene. Heta polêsê wan ê demekê kolomnîstê Tarafê Emre Uslu jî xwe negirt û di nivisa xwe ya roja 19.9.13 de wiha nivîsî: “Baş e, ma El Nusra tê destek kirin? Her çendî were înkarkirin jî, di devê her kesî de ye ku MIT alîkariya wê dike, vê piştgiriyê bi navgîna wê rêxistina (IHH) ku Mavî Marmara organîzekiribû re dede. ...Li pey vê tekiliya sosret, Tirkiye bi aliyê dewletên rojava ve ji ber alikariya ji bo El Nusra û Dewleta îslam ya Irak-Şam tê tewanbarkirin...”
Li gel wê li gor raporên MÎT û hin saziyên din (ku di çapemeniya cihanê de jî hate weşandin. Nêzîka 1500 hemwelatiyê Tirkiyê mehê ji bo 1500 dolarî li Suriyê di nava şer de ne.
Wan di vê pêvajoyê de dîsa Hizbul Kontra jî çalak kirine, saziyên wan ên legal bi her awayî dixebite ku bi alîkariya keftarên dewletê zarokên Kurdan bixapînin û bişînin qada şer û li dij birayên wan bidin şerkirin.  Mirov û belgeyên li Rojava hatine girtin vê zelal dikin.
Lê hê jî birêz Abdullah Gul dibêje: “Mirovên vê rikê derdixin pêş şaş in!... Alerjiya min ne li dij Kurdên derve ye!” Wê çaxê; alerjiya te li dijê kî ye?
E. Usluyê wan bi axîn vê jî dinivîsîne: “Baweriya bi Tirkiyê melûl bû, ji wê dewletên rojava niha vê pirsê derdixin pêş: “Herêm ji Kurdan (PKK) re bihata hîştin?” Salîh Muslumê ev peyam wergirt, lema peyamên hişk ji Erdogan re şand: “Li aliyekî tev me rûdinin, li aliyê din tûle û keftarên xwe gijê ser me dikin!”
IHH bi zexta dewletê ji xwendekaran jî, di bin navê bexşandinê de bi zorê pere distînin. Lema alîgirê serokên Koma BDPê birêza Pervîn Buldan û birêz Îdris Balûken ev pirs ji wezirê perwerdeya netewî Nebî Avci û Wezîrê Karêderve Ahmet Davutoglu pirsîn:
“Di çapemeniyê û nava bala giştî de tê îdîakirin ku bi navgîna “IHH” alîkariya El Nusra tê kirin. Ji bo vê saziyê di bin navê projeyekê de ji xwendekaran alîkarî hatiye standin, ji xwendekaran çiqas alîkarî hatiye standin û li ku hatiye xerckirin?”
Lê hê jî birêz Abdullah Gul dibêje: “Mirovên vê rikê derdixin pêş şaş in!... Ez tu carî van rikan napejirînim..:”
Li hember vê dema Kurd ji bo gelê me yê Rojava alîkarî dicivîne jî, wek tewaneke mezin kiribin, tên girtin. Ka ew çîrokên biratiyê? Herî dawiyê sekretera TUHAD-FED Fatma Gökhan ji ber civandina alîkariya ji bo Rojava hate girtin. Hemû deriyên sînor li ser Kurdan hatine girtin, ji bo çeteyên xwînxwar têlên bi sinc tên rakirin, di dema têkçûtan El Nusra de jî ji sînorê Tirkiyê bi topan êrîşê YPG ê dikin.
Lê birêz Abdullah Gul dibêje: “Alerjiya min ne li dij Kurdên derve ye!”
Wî got û me jî bawer kir, ne wilo? (!)