Alev Alatli nivîskareke ‘tirk’ e û pirtûkên wê heta salên 2000î jî ji tirkan bêhtir ji aliyê Kurdan ve dihatin xwendin. Ji ber ku di pirtûkên wê de, motîfên siyasî xurt in, û gelek xwendevanên Kurd terza wê nêzî ya ronakbîrên rojavayî didît, bi sempatî nêzî wê û pirtûkên wê dibûn.
Yalçin Kuçuk jî ji ber sedemên nêzî yên Alatli dîsa herî zêde ji aliyê Kurdan ve dihat xwendin û hinek jî bi xêra wan navûdeng da. Gelek navên din weke Alatli û Kuçuk ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn dikirin, lehengekî romana wan Kurdekî siyasî bû xwe bi Kurdan didan xwendin.
Ev ‘ronakbîr’ piraniya wan di gelek mijarên esasî de li dijî hev in. Mesela Alevlî û Kuçuk wisa li dijî hev in û wisa ji hev nefret dikin dema der barê hev de diaxivin hev dihetikînin, tiştek namîne ku ji hev re nabêjin.
Çend navên awarte ne têde ev nivîskar û akademîsyen giş her yek ji wan û carna jî çend ji wan di heman demê de parastina mafên siyasî yên Kurdan dikirin û dikin, lê belê piştî ku sempatiya Kurdan hinek bi dest dixin, li ser navê modernîzm, çepgirî an jî lîberalîzmê tiştên ecêb dibêjin û ji bilî hin cihêrengiyên avayê vegotinî ferqa wan ji Taha Akyol, Emîn Çolaşan, Dewlet Bexçelî, Denîz Baykal an jî Bedrî Baykam namîne.
Hin ji wan demdem alîgirên AKP, CHP, TKP, ANAP an jî partiyeke din a tirkperest a çep an jî rast in. Feqet dema ji wê qonaxa xwedanhezkirina bi Kurdan, derbas dibin, li ser mijara dijberiya mafên siyasî û neteweyî yên Kurdan hemû dibin yekdeng, tev yek nêrînê diparêzin, giş li eynî zirneyê didin. Ji her warekî çend kesayetiyên awarte û hêja ne têde, oldar, kemalîst, liberal, faşîst an jî modernîst, bi tevahî ev nivîskar, rojnamevan, hunermend an jî akademîsyen ên ku piraniya wan bi koka xwe ne tirk in jî, eynî mina siyasetvanên ‘fosîl’, tirkperest û dewletperest diaxivin û înkara çand, ziman û rengên din ji xwe re dikin rêya bingehîn û mixabin vê yekê li ser navê huner û zanistê dikin.
Di demên dawî de ji yên herî zêde tevlî kampanyaya tirkperestiyê dibin, yek jê Alev Alatlî ye.
Alatli ne tenê heqaretê li Kurdan dike û mafên wan înkar dike, ew di heman demê de dixwaze dersê moral û namûsê jî bide wan.
Alatli ya ku serhildanên Rojhilata Navîn gişan, -bi teoriya perperikê be jî- pêwist dibîne, ji ber helwesta wî ya dijber Soljenitsin weke duyemîn Dostoyevskî bi nav dike, û pesnê nêrîna rexnegir û lêkolînî ya rojava dide û parêzvaniya azadî û serxwebûna hemû gelên cîhanê dike, dema dor tê Kurdan dibêje: “Kurd nave etnîsîteyekê ye, lê belê tirk navê neteweyekê ye û ne tenê tirk, Kurd û gelek etnîsîteyên din jî tirk in.” Ev hevoka Alatli bi temamî mumkun bû ji aliyê Çolaşan, Dewlet Bexçelî, Erdogan an jî Onur Oymen ve jî hatiba gotin û gelek caran hatiye gotin jî.
Alatli bi vê vegotina renge-nijadperest jî têr nabe, Kurd û neteweyên ku ziman, çand û mafên xwe yên desteserkirî dixwazin jî bi tehrîk-karî û tehdîtkariyê sûcbar dike. Ne tenê Kurdan neteweyên din ên ji aliyê dewleta tirk ve qirkirî jî sûcbar dike. Mesele ew ji bûyerên 6-7ê îlonê yên ku ceribandineke qirkirina rûm û hindikahiyên din bû, kesên qirkirî berpirsiyar digire.
Alatli her cure xirabiyên ku li Tirkiyeyê diqewimin jî dixe stûyê tevgerên siyasî yên Kurdan. Lê belê ew xwe nagire û di ekranên televîzyonan de dixwaze vê komkujîparêziya xwe weke nêrîn bigihîne zêdetir kesan û di ber re jî dersên namûsê dide Kurdan. Mesela di bernameyeke Kanal Turk de heftiya borî, li himberî nerazîbûnên gelê Kurd û nûnerên wan ên eniyê yên li dijî ewçend neheqiyan, Alatli digot: “Divê siyasetvanên Kurd bi namûs bin û dev van tiştan berdin.” Balkêş e Alatli ya ku di tevahiya jiyana xwe de mafê mirîşkekê jî di pratîkê de naparastiye û di salên 93 û 99’an de (pêvajoya kuştinên birêkûpêk ên faîlî meçhûl) li Tirkiyeyê şewirmendiya hukûmetên mirovkuj dikir, û ji bilî salên xwe yên xwendekariyê tevahiya jiyana xwe daye xizmeta ji bo dewleteke nijadperest, îro radibe li ser nave ronakbîriyê dersê namûsê dide ronakbîr û siyasetvanên Kurd ên ku bi berdêlên pir giran li dijî binpêkirina mafên gelê xwe têdikoşin. Keseke ku xizmeta hertiştkujiya dewleta tirk kiriye û dike, gelo çawa dikare dersê namûsê bide kesên ji bo rûmeta xwe fedekariyên bêhempa bikin?.
Alatli xwe pir bi aqil dihesibîne lê belê eger bi aqil bûya wê yê li ser nave moral û zanistê nêrînên dewlet bexçelî û emîn çolaşan neparastana. Ew hevokên xwe çiqas bi awayên din jî ava bike, ne tenê xwendekarên Kurd, Kurdên xwendin û nivîsandina wan tine jî, êdî ne ew Kurdên berê yên saf in ku bên xapandin. Êdî Kurd li wezîfe û title we mêze nakin dema we dinirxînin. Kurd li nêrîn û pê re jî li helwestên we yên berdewam dinêrin û we wisa dinirxînin.
Îca divê her Kurdek bi baweriya min ne tenê dev ji xwendina nivîskarên weke Alatli berde, lê di heman demê de di her firsetê de vê mesajê jî bide wan: an rasterast nijadperestî û tirkperestiya xwe îlan bikin û bibin berdevkên AKP, CHP û MHPê an jî şîretên ehlaqê û namûsê li Kurdan nekin, ji qewlî fîlozofê navdar: siya xwe nedin ser me, em tiştekî din ji we naxwazin.
Alev Alatlı û namûs