Ne tenê ziman lê alfabe jî li ber nemanê ne. Weke alfabeya zimanê Marma li Bangladeşê. Gava li ser kaxezê ye, weke tayên porê serê mirovan yên di nav hev de xuya dike. Li dinyayê qederê 6 hezar zimanan hene û 85 ji sedê wan ji aliyê 3 ji sedê nifûsa dinyayê ve tê bikaranîn. Gelek ji van jî li ber nemanê ne.

Nyeu yê Bangladeşî yê ku Marma zimanê wî yê dayikê ye, kar û emelê wî ew e ku alfabeya zimanê xwe û bi dehan alfabeyên din sax û li dinê bihêle.

   

Niha projeyek heye ku Tim Brookes daye destpêkirin û navê wê Alfabeyên li ber Nemanê ye. Tim Brooks dibêje, dibe ku nivîsandin ji axaftinê kêmtir heyatî bê dîtin. Zimanzan jî wisa difikirin ku zimanên li ber nemanê û alfabeyên li ber nemanê bi heman qedrî raberî raya giştî nehatine kirin.

Li Japonyayê jî berê alfabeyeke zimanê Kana hebûye. Ji ber ku meqamên fermî “herfên nelazim” jê birine, 90 ji sedê herfên wê îro tine bûn.

Lê Nyeu nimûneyeke baş e ji bo ku mirov nîşan bide, mirov dikare rpuh ji nû ve li alfabeyekê vegerîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN