Gerîlayê HPG’ê Alî Derîn (Şervan Qerejdax) ku li herêma navbera navçeya Dêrikê ya Mêrdînê û navçeya Wêranşar a Rihayê di 20’ê Cotmehê de di şerê li dijî artêşa Tirk de tevî 2 hevalên xwe şehîd bû, li paytexta Elmanyayê Berlînê hate bîranîn.
Bîranîn li Mizgefta Mezopotamyayê ya li Neûkollnê pêk hat û meleyê mizgeftê Mele Dawûd Ovseme sersaxî xwest.
Nûnerên saziyên Kurdistanî yên li Berlînê û welatparêzên Kurd jî tevlî civîna bîranînê bûn.
Mele Dawûd Ovseme qala girîngî û wateya şehadetan ji bo gelên mezlûm kir. Ovseme diyar kir ku şehîd Alî Derîn xizmê wî bû û got, “Hevalê Alî tevî ku temenê xwe biçûk bû li pêşberî zilma barbar a dewleta Tirk a mêtinger bêdeng nema û tehemûl nekir... Wî bi xwe gelek caran wiha digot: ‘Ewqas mirov bi rengekî hovane tên qetilkirin, bajar tên şewitandin û hilweşandin. Çawa dibe ku mirov dikare li pêşberî van hemûyan bêdeng bimîne?’ Bi vî rengî di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû û gihîşt asta şehadetê. Alî Derîn xwedî wijdanekî mezin bû.”
Ovseme destnîşan kir ku wê her tim li ser şopa doza cangoriyan bin.
ANF/BERLÎN