
Yek ji pêşengê Tevgera Elewiyan û Serokê Rûmetê yê Tevgera Elewiyên Demokrat Pîr Alî Haydar Cîlasûn di 27’ê Kanûna 2016’an de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de ku ji aliyê malbatê bi îmzeya Tûçhan Tolgay û Emrah Cilasûn ve hatin dayîn, Pîr Cîlasûn ê ku di 24’ê Gulana 1930’an de ji dayîk bibû, di 27’ê Kanûna 2016’an saet 08:10’an de çavê xwe li jiyanê girt û li ser miraza wî bi merasîmekî taybet hate veşartin.
FEDA: Wê di têkoşîna me de bijî!
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser wefata Alî Haydar Cîlasûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di peyamê de hat ragihandin, di şexsê Cîlasûn de wê baweriya Elewiyan bê parastin û dewamkirin. Di peyama FEDA’yê de hat gotin, “Pîr Cîlasûn da ser şopa Seyîd Riza, Besêyan. Pîrekî leheng ê Kurdên Elewî yê ji Dersîmê bû. Weke neferekî vê doza esîl, şahidî ji gelek komkujî û êşên giran ên vê xakê re kir. Di heman demê hiş û bîra dîroka Dersîmê ya devkî û nivîskî bû.”
Di dawiya peyama FEDA’yê de hat ragihandin, Cîlasûn bi taybetî ji pêşvebirina baweriya Kurdên Elewî û Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê li Ewropayê, pêşengî kir û hat gotin, “Em ê dilsozê zanatiya qedîm a ku wî hînî me kiriye, bin. Em ê Elewîtiyê bijîn û bidin jiyîn.”
ANF / BERLÎN