
Tûra hevdîtinên Cenevre-8 di roja çaran de dewam dike, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriye Staffan de Mîstûra, nekarî heyetan doh li heman odeyê bîne gel hev. Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriye Staffan de Mîstûra, nekarî heyeta rejîmê ya di bin serokatiya Nûnerê Herdemî yê NY’yê yê Sûriye Beşar Caferî û heyetên muxalîf ên di bin serokatiya Nasir Harîrî de hatibûn buroya NY’yê ya Cenevreyê di heman odeyê de bîne gel hev. De Mîstûra destnîşan kir ku armanca wan di roja yekem a hevdîtinan de ew bû aliyan di heman odeyê de bîne gel hev, diyar kir ku ji ber ku heyeta rejîmê nexwest bi muxalifan re bê gel hev, li odeyên cuda hevdîtin hatin kirin. De Mîstûra, di daxuyaniya xwe ya pêr heyet hişyar kiribûn û anîbû ziman ku divê hevdîtin bê şert û merc bên kirin.
Di civînên li çapemeniyê girtî, Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê De Mîstûra wê li ser mijarên mîna rêveberiya demkî , destûra bingehîn, hilbijartin û têkoşîna bi terorê re rawestin. Hevdîtinên 28’ê Mijdarê destpêkirî wê hefteya pêşiya me bidomin.
CENEVRE