Penaber di bi zor û zexmetiyan re rû bi rû ne. Ji ber vê yekê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan li penaberan alîkarî belav kir. Hevseroka Meclîsa Gel ya Rojavayê Kurdistanê û Endama Desteya Bilind a Kurd Sinem Mihemed jî tevî heyetekê çû serdana penaberên Rojavayî. Mihemed guhdarî pirsgirêkên penaber kir û diyar kir ku tişta ji destê wana tê ewê ji bo gelê Kurd bikin.

Endamê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan Mela Zana Xeyam diyar kir ku rewşa penaberan pir xirabe û di sermaya zivistanê de eger ji van penaberan re alîkarî neye dayîn, wê rewşa wan ber bi xeteriyê ve biçe. Xeyam diyar kir kû pirsgirêka van penaberan ya tenduristî, sotemenî, xwarin û cilûbergan di asta herî jor de ye û xwest ku Hikumeta Herêmê jî destê alîkariyê dirêjî penaberan bike û pirsgirêkên wan çareser bike. Xeyam tirs û fikarên xwe anî ziman û diyar kir ku pêwîst e Hikumeta Herêmê cihekê ji van penaberan re çêbike û hemûyan li cihekê kombike ku kesên xêrxwaz bikarin alikariyê ji penaberan re bikin. 

DÎHA/HEWLÊR