Rojnamevan û edîtorê ajansa Hawarê yê Kobanê Hesen Remo li ser êrişên bi ser Kantona Kobanê de, rewşa dawî ya eskerî û insanî ya li kantonê û tesîrên seferberiyê ji rojnameya me re peyivî.

Remo bi bîr xist ku êrîşên çeteyên DAÎŞ´ê ev saleke dewam dikin, lê belê yên vê dawiyê 2´yê Tîrmeha 2014´an li dijî gundên li rojavayê Kantona Kobanê dest pê kirin û weha dirêjî da axaftina xwe: „Lewra Tirkiyeyê sînor ji wan re vekir û alîkarî da wan da ku êrîşî gundên li herêmê li Zor Mexar, Zubeydê, Diblê bikin bi çekên giran û tankan. Van êrîşên li dijî rojavayê kantonê qederê 6 rojan dewam kirin. Çeteyên DAÎŞ´ê ji 7´ê Tîrmehê û pêve êrîş birin ser gundên li başûrê kantonê, nexasim jî li dijî gundê Konheftar. Li wir jî çend rojan bi çekên giran êrîşî gundan kirin. Piştre 12´ê Tîrmehê jî ji bajarokê Til Ebyedê êrîşî gundên rojhilatê kantonê kirin. DAÎŞ´ê di van êrîşan de çekên giran hemû bi kar anîn ên ku ji Iraqê bi dest xistibûn. Jixwe 13´ê Tîrmehê li gundê Evdiko şerê herî giran qewimî. DAÎŞ´ê li wir çekên kîmyewî bi kar anîn. Di encamê de 3 şervanên YPG´ê jiyana xwe ji dest dan. Min bi xwe dîmen û wêne dîtin. Ti birîn li ser bedena şervanên YPG´ê nebû. Laşê wan werimîbû, spî bûbû û çermê wan şewitîbû."

Şerê gel hat meşandin

Rojnamevan Hesen Remo da zanîn ku di encama şer de gelek endamên DAÎŞ´ê hatin kuştin û ji bilî kuştiyên di dema şer de gelek birîndarên wan ên bi birînên giran jî  li nexweşxaneyan mirine û weha peyivî: „Ji ber wê jî hejmara kuştiyên wan ji ya ku tê ragihandin zêdetir e. Piştî 13, 14´ê Tîrmehê bi îlankirina seferberiyê re berxwedana Kobanê kete qonaxeke nû. Milet rahişt çekan û herkesî berê xwe da bereyên şerî. Û ji hingê ve Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi piştgiriya xelkê li dijî çeteyên DAÎŞ´ê gelek çalakî li dar xistin. Ji ber wê jî DAIŞ li cihê xwe maye, û YPG jî li dijî navendên wê hem li rojava û hem jî li rojhilatê kantonê operasyon li dar xistin û gelek navend û baregehên wan bi tevahî rûxandin."

Sivîl ji qadê hatin dûrxistin

Rojnamevan Hesen Remo bi bîr dixe ku di navê de yek jê ji Tûnisê gelek emîr kuştin û armanca nû ya DAÎŞ´ê ya bi topbarankirina gundan jî weha rave dike: "piştî şikestina giştî, DAÎŞ´ê bi awayekî hovana bi hawanan êrîşî gundên li rojava, rojhilat û başûrê kantonê kir. Li deverê gundên Ereb lê bi cih û yên Kurd lê bi cih hene û YPG van gundan hemûyan diparêze. Lê belê wan di van êrîşan de  gundên Kurdan hedef girt. Armanca wan bi temamî valakirina gundên Kurdan e. Ev yek nexasim jî li gundên ber bi Til Ebyed ve yên li rojhilatê kantonê baş xuya dike. Li deverê ji ber topbarandina zêde YPG´ê welatî ji bo ku zirar li wan nebe ji gundan derxistin. Gundê Kendal, gundê Girê Sor ji van gundan in. Li rojavayê kantonê jî gundên weke Zor Mexer, Zibeydê û Xirabatê gelek gund hatin valakirin."

Tirkiyeyê sînor li DAÎŞ´ê vekirin

Remo elaqeya dewleta Tirk bi êrîşên dawî yên li dijî Kantona Kobanê weha dinirxîne: „Tişta balkêş ew e ku li rojavayê kantonê dema êrîş li dijî gundê Zor Mexer pêk hatin, yên ku bergiriya gundê Ziyaretê dikirin û şêniyên vî gundê ku herî li rojavayê kantonê ye, dîtine ku eskerên Ttirk sînor vekirine da ku DAÎŞ bi şev sîleh û şervanan derbas bike. Jixwe sibetira roja êrîşê eşkere bû ku di nava kuştiyên DAÎŞ´ê de du emîr jî hene, yek jê Misrî bû û yê din jî Tûnisî her du jî di Tirkiyeyê re derbas bûne. Min pasaporta yê Tûnisî yê bi navê Elaedîn dît, ew ji Tûnisê hatiye Stenbolê.

 Bi alîkariya Artêşa Hur ambargo

Rojnamevan Hesen Remo dibêje, herçî amabargoya li dijî kantonê ye, beriya bi salekê bi alîkariya Artêşa Hur dest pê kir û di destpêka êrîşên beriya bi salekê de Artêşa Hur li deverê şikest û cihên lê jî ji DAÎŞ´ê re hiştin û weha peyivî: „Ev heşt meh in ku DAÎŞ´ê ji sê aliyan ve dor girtiye li Kobanê. Wan rê hemû, li ber xwarinê, alîkariyên însanî û heta li ber sivîlên Kurd girtin. Li aliyê bakur jî Tirkiyê sînor girtiye û alîkariyên insanî û xwarin derbas nabe kantonê. Alîkariyên insanî yên Neteweyên Yekbûyî û yên rêxistinên din ên navneteweyî jî ji bo Kantona Kobanê nînin. Yekane alîkariya ku berê û niha derbas dibê ya xelkê bakurê Kurdistanê ye.

NY’yê ambargo xurt kir

Ji bo alîkariyên Neteweyên Yekbûyî Remo got, "ne li Kobanê, ne li Cizîrê û ne jî li Efrînê NY xwedî li Kurdan derneketiye û alîkariya insanî nekiriye. Alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji bo herêmên di bin kontrola DAÎŞ´ê de hene û bi vê jî Neteweyên Yekbûyî beşdar in di ambargoya li dijî Kantona Kobanê de. Tevî ku bi awayekî fermî 5 hezar malbatên ji devera Girê Spî penaber in li Kobanê, hejmara penaberan bi dehhezaran e. Ev welatî jî ji alîkariyan bêpar in. Neteweyên Yekbûyî alîkariyê bi wan re jî nake.

Pêşî Kobanê

Hesen Remo ne weke rojnamevan, lê belê weke kesekî jî kantonê jî banga alîkariyê bi van gotinên li jêr li tevahiya Kurdan kir: "alîkariyê bêhtir ji kantona Kobanê re bişînin. Lewra kanton piçûk e û ji her aliyî ve dor lê hatiye girtin. Nexasim jî pêdiviyên zarokan, derman kêm in. Banga min li xelkê Kurdistanê yên li her parçeyê Kurdistanê û li Ewrûpayê ew e ku alîkariyê bişînin ji Kantona Kobanê re. Lewra ambargo pirr giran e û bi van alîkariyan ew ê destekê bidin berxwdana Kobanê.

Seferberiyê ruh bi xelkê anî
Rojnamevan Hesen Remo li ser seferberiya îlan kirî jî peyivî û got, nexasim jî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a seferberiya ji bo Kobanê tesîreke gelekî erênî kiriye li Kobanê û weha dewm kir: „Jî piştgiriya xelkê bakur ji bo Kobanê morala milet li Kobanê zêde kir. Dema ku milet ji sînor derbas bû, moraleke gelekî mezin bi xelkê re çêbû. Heta bi wê radeyê ku berxwedan û parastina Kantona Kobanê derbasî qonaxeke nû bû. Di salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de 19´ê Tîrmehê xelkê bakurê Kurdistanê sînor ji holê rakir, sînor bêmane kir û tevlî pîrozbahiyên salvegera şoreşê li Kobanê bû. Vê yekê coş û morala miletê li Kobanê zêde kir û pêre jî planên hêzên li pişt DAÎŞ´ê yên weke Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye, Emerîkayê jî pûç kirin. Lewma seferberiyê êrîşên DAÎŞ´ê şikandin. Tişta ku xelk li bendê ew e ku gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bi alîkariyên ku bigihîne Kantona Kobanê ambargoya li ser Kantonê bişkîne û bêtesîr bike.  Kobanê niha dilê Kurdistanê ye. Têkçûna wê şikestina Kurdistanê ye."



LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN