Amerîkayê diyar kir ku ew alîkariya xwe ya ji bo mûxalîfên li bakurê Sûriyê, ya lojîstîkî radiwestîne. Li gorî nûçeya Reutersê, Washingtonê alîkariya ne însanî ya ji bo herêmên bakurê Sûriyê rawestandiye. Amerîkayê diyar kir ku ji ber alîkarî dikeve destê rêxistinên Îslamî yên Radîkal, wê alîkarî rawestandiye.
Biryar, piştî ku deriyê sînor ê bi Tirkiyê re Bab El Hava (Cîlvegoz) ket destê rêxistina mûxalîf a Sûriyeyî ya bi navê “Eniya Îslamî” hat wergirtin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngilîstanê ye di daxuyaniyeke xwe ya 9’ê Kanûnê de diyar kir ku tevî Bab El Hava, hemû depoyên muhîmmatan ên li herêmê ketine destê Eniya Îslamî.
Hat ragihandin ku depoyên çekan ên ketine destê Eniya Îslamî, çek û cebilxaneyên DYA û Tirkiyê dane Artêşa Azad a Sûriyeyê ne.
Armanca “Eniya Îslamî”, ku di Mijara bihurî de bi yekbûna 7 rêxistinên mûxalîf ava bû, hilweşandina rejîma Esad û avakirina dewleteke li ser esasên Îslamî ye.
Lîderê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mûxalîfên Sûriyeyê Ahmed El Carba duh li xwe mukur hatibû ku ew nikarin hemû komên oldar ên radîkal ên li Sûriyeyê kontrol bikin.
Carba li civîna bilind a Konseya Yekitiya Kar a Welatên Ereb li Kendava Basrayê peyivî û got, “Kêmkirina bandora komên oldar ên radîkal karekî zehmet e, qebûlkirina wan li nava refên xwe jî, diyare ne gengaz e.”
Di vê navberê de di nûçeyên hefteya bihurî de derketibû holê ku DYA û Tirkiye bi Eniya Îslamî re li Enqereyê hevdîtin kirine.
WASHINGTON