Çalakiya jinan mehek li dû xwe hişt. Di çarçoveya kampanyayê de ji bo balkişandina ser rewşa jinên Êzîdî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine revandin çalakî hatin lidarxistin û ji bo koçberên jin ên Şengalî alîkarî hatin komkirin. Piştî komkujiya 3'ê Tebaxê Însiyatîfa Jinên Kurd li Aachenê her hefte çalakiyên cuda lidar dixe. Dosyayên agahdarkirinê pêşkêşî rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, saziyên çapemeniyê û saziyên alîkariyê-nexweşxaneyan hatin kirin û li navenda bajêr kon hat vedan. Di çalakiya kon a vê hefteyê de çalakgeran devê xwe bi bantê girtin, xwe bi zincîrê girê dan, rewşa bi hezaran jinên Êzidî yên li bazarên koleyan tên firotin û bêdengiya navneteweyî ya li pêşberî vê protesto kirin. Piştî çalakiyê girseya gel derbasî qada malzemeyên alîkariyê yên ji 2 kamyonan ku wê ji Şengal û Rojava re bihata şandin, bû. Faîk Yûmûşak ê di kampanyayê de bi awayekî çalak cih girt li vir axivî, spasiyên xwe pêşkêşî Meclîsa Gel a Aachenê, Heyva Sor a Kurdistanê û hemû welatparêzên xwedî ked kir. 2 kamyon alîkariyên hatin komkirin, ji Şengal û Rojava re hatin şandin.

AACHEN