Derya Ezîz Mihemed a 30 salî ku niha rêvebera malbenda taybet a Derya ye, bo vekirina dewreyên rewşenbîrî û perwerdeya jinan û zarokan, ji BasNewsê re got: “Piştî ku min zanî xelkên gundê GideGozîne yê xwar Kelarê, ku hejmara şêniyên wê zêdeyî 12 hezar kes in, pêwistiya jinan bi bilindkirina astê rewşenbîrî heye, min gelek caran daxwaz ji aliyên peywendîdar ên Kelarê kir ku navendeke rewşebîriyê vekin, lê kesî guh neda min, lewma bi rêya wergirtina deynên biçûk ku biqasî 11 milyon û 500 hezar dînar e, di meha Îlonê ya sala 2013’an de, min navenda Derya vekir, “bê ku ez ti sûda madî ji vê navendê bibînim, ji wê demê heta niha nêzîka 125 jin û keçên gund sûd ji vê navendê dîtine. Temenê wan jinên ku niha xwe li vir fêr dikin di navbera 12 heta 60 salî de ye, herwiha kesên nexwendevan jî di nav wan de hene.”
Dersên pîşeyî jî didin
Ew dewreyên ku navenda Derya ji jinan re vedike ji fêrkirina dirûtin, computer, internet, Quraana pîroz, perwerde û ziman pêk tên. Herwiha di navendê de 5 kes hene ku dersan didin keç û jinên beşdarên vê navendê.
GERMIYAN