Weşanxaneya Dermanxaneyên Elman (Deutsche Apotheker Verlag) beşek ji alîkariya xwe ku weke bêş bi rasthatina cejna noelê dide, da projeya Bijîşkê Alîkariya Destpêkê û Psîkoterapoyt Dr. Michael Wilk da ku ew jî bide Heyva Sor a Kurd li Rojavayê Kurdistanê. Dr. Wilk ji sala 2014´an ve bi awayekî bi rêkûpêk diçe Rojava û li nexweşxaneyan ji bo destwerdana tibî ya destpêkê bi bijîşkên li Rojava re dibe alîkar. Weşanxaneyê çeka 10 hezar Euroyî ya alîkariyê da Dr. Wilk û li ser kovara xwe û malpera xwe jî xwest endamên wê û xwînerên wê alîkariya Heyva Sor a Kurd bikin. Ji bo vê ew wiha behsa projeyên Wilk û heyva Sor dike: “(Dr.Wilk) hevkariyê dike bi Heyva Sor a Kurd (HSK) re. HSL rêxistineke alîkariyê ye ku li deverê xizmetên destwerdana destpêkê, yên sihetê misoger dike, nexweşxane û malên tenduristiyê ava dike.”

Di nivîsa sedema dana vê alîkariyê de rewşa 300 hezar penaberî, li dibistan, mal û kampan bicihkirina wan tê bibîrxistin û tê gotin, “Felaketeke insanî li devê derî ye. Ji xelkê wê deverê re alîkarî divê û pêwîst e ku em bêşa xwe bidin.” 

 

 FRANKFURT