Kampanya di nava demek kin de vegeriya Atolyeya Trîko ya Şengalê.  Parazwana mafê mirovan Fîlor Uluk Benlî beriya niha jî ji bo balê bikişîne ser şer, kampanyaya destmala sipî dabû destpê kirin. Benlî ya ku ji bo bebikên Êzîdî bi sedan patîk û êlek raçandine ev xebata we li ser tora medyayî veguhest kampanyayê. Benlî mala xwe jî bi cîranên xwe re ji bo Êzîdiyan kir atolye û bi hevalên xwe re navê wê jî wekî “Atolyeya Trîko ya Şengalê” diyar kir.


Kincan çêdikin

Benlî ji bo kampanyayê vîdeoyek bi navê “Hun jî dixwazin ji bo bebikên Êzîdî êlekan çêkin” amade kir û bi ser tora civakî belav kir. Benlî ku bi ciranên xwe re heta niha bi sedan tiştên ji bo zarokan raçandine ev tişt ji Bakurê Kurdistanê re şand. Benlî, piştî vê kampanyaya xwe berfireh kir û bi pirsa “Hûn dikarin li cihê xwe ji bo bebikên Êzîdî tiştan raçînin” di nava mirovan de kampanya da belavkirin. Li ser vê li gelek deverên Tirkiyeyê gelek kesan di malên xwe de ji bo kampanyayê tişt raçandin. Niha bi sedan tiştên ku bi vî şiklî hatine çêkirin amadene ku ji heremê re bên şandin.

Piştgirî zêde ye

Her çiqas gelek jin tevli kampanyayê dibin jî, hejmarek zilam jî tevli kampanyayê bûne û ji bo bebikên êzdî tişt raçandine. Benlî, diyar kir ku di destpêkê de zilaman digot “Ev kar yê jinan e” lê pişt re wan bi xwe jî ji bo beteniyan çêkin polar û tiştên dîn anîn, bi vî avayî tevli kampanyayê bûn. 

ÎZMÎR