Liberale Flüchtlingshilfe e.V. ku alîkariya insanî dide penaberan li Başûrê Kurdistanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê jî alîkariya insanî şand. Komeleya li Elmanyayê fermî diyar kir ku wê bi kamyonê ev malzemeyên hanê şandina Rojavayê Kurdistanê: 5 hezar lître mazot ji bo sobeyan, 4 ton birinc, nîv ton şekir, tonek rûnê malê, 500 paket tirşê firengiyan, nîv ton nîsk, hezar 500 paket şorbe, 300 kîlo çay, nîv ton xwê, 800 pakêt mamaya pitikan, nîv ton fasûlî, hezar pakêt cilikê pitikan, gok û boyax û kaxet ji bo zarokên li wargehan.

 

FRANKFURT