Xelkên Kobanê, Hesekê, Girê Sipî, Til Temir, Şengal û Wargehên Roj û Newroz ji ber alîkariyên dane wan malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kirin.

Bi rasthatina Cejna Qurbanê Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê alîkariyên ku îsal ji aliyê Kurdên Ewrûpayê ve hatin berhevkirin, li herêmên Rojava û  Çiyayê Şengalê bi rêya saziya mirovahî ya Rojava Heyva Sor a Kurd belav kirin.

Bi vê armancê herdû saziyan bi buhayê 360 hezar Euro ango nêzî 160 mîlyon lîreyên Sûriye 2 hezar û 400 qurban dan welatiyên Kantona Kobanê, Girê Sipî, Hesekê, Til Temir, Çiyayê Şengalê û wargehên penaberan yên Roj û Newroz ên li bajarê Dêrikê.

Bi deh hezaran kesên ku ji alîkariyên qurbanê sûd wergirtin kêfxweşiya xwe anî ziman û malavahiya Heyva Sor a Kurdistanê û Civaka Îslamî a Kurdistanê kirin. 


 ANHA