Serokê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmet Tûrhalli got, “Wezîfeya me ya Îslamî, însanî û neteweyî ye ku em piştigiriyê bidin xizanên xwe.” 

 Serokê CÎK´ê Hafiz Ahmet Tûrhalli diyar kir ku meha Remezanê ji bo têgihiştin, empatî û terbiyekirina nefsa xwe, firsendek e û ji Kurdistaniyan xwest, xwe ji sîstema zilmê ya AKP’ê vegirin û piştgiriyê bidin xwişk û birayên xwe yên mezlûm û mexdûr.

Tûrhalli got, “Xwedê Teala gotiye; di vê mehê de me ji we re Quran şand, bila heq û neheqî ji hev bên derxistin” û wiha dewam kir: “Ev yek rêya rast nîşanî mirovan dide, dilê mirovan paqij dike. Maf û sînorê mirovan destnîşan dike. 

Yên ku ji aliyekî ve xwe li rojiyê digirin û derdikevin televîzyonan, xaniyên miletê me yê xizan, malên Kurdan bi serê wan ve dirûxînin. Vaye hê li Lalebey û Alîpaşayê xanî tên xerakirin. Mîna li Cizîr, Sûr û cihên din xera kirin.

Ez ji kesên ku xwe li refên serdestan girtine, hevkariyê bi wan re dikin, dibêjim: xwe ji wan vegirin. Binihêrin, yên li cem dewletê cih digirin, malên xwişk û birayên xwe yên Kurd xera dikin.”

Şertê Misilmantiyê ye

Hafiz Ahmet Tûrhalli bibîr xist, ku di meha Remezanê de jî li Kurdistanê operasyonên eskerî, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin, bi taybetî li gund û gundikên operasyon lê tên meşandin zilm tê kirin û wiha dewam kir: “Di vê meha pîroz de zexta li gelê me dewam dike. Di vê mehê de lazim e em destê xwe yê alîkariyê dirêjî mirovên xwe, gelê xwe bikin. Neçin alîkariyê nedin mizgeftên Tirk û Ereban. Gelê me bê xwedî ye, hewcedar e. Di serî de Sûr, Cizîr, Gever, gelek bajarên me hatin xerakirin. Rojava xera kirin. Mirovên me kirin hewcedarê pariyekî.

Ji ber vê yekê, mirovên me yên li Ewrûpayê bila alîkarî û fitreyên xwe bînin CÎK’ê, yan jî mirovên xizan ê nas dikin, ji me re ragihînin. Ji ber ku navekî din ê vê mehê rehm e. Tê gotin ku li Ewrûpayê mîlyonek, mîlyon û nîvek Kurd hene. Eger em serê şexsekî 10 Euro fitreyê bidin, ev ê bibe 100 mîlyon. Bi vî pereyî em dikarin bibin bersiv ji pêwîstiyên mirovên xwe yên xizan re . Ev wezîfeyeke gelekî girîng e. Şertê Misilmantiyê ye.”


 ANF/DORTMUND