Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê derbarê xebatên xwe de daxuyaniyek da. Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku tevî hemû êş û kederan jî, ew Cejna Qurbanê ya gelê Kurd û cîhana Îslamî pîroz dikin û xwedî hêvîne ku Cejna Qurbanê ya li gorî rastiya ola Îslamê bibe wesileya aştî, wekhevî û aramiyê. Di berdewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Em wek Heyva Sor a Kurdistanê, çawa ku ev 3 sal in em hewl didin birînên gelê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê derman bikin, me xwest em vê Cejna Qurbanê jî bibin hevparê êşa gel û pêdiviyên wan yên jiyanî bi cih bînin. Bi vê armancê saziya me destepêkê çû serdana Wargeha Newroz ya penaberên Kurdên Şengalê yên Êzdî û alîkarî da wan. Her weha bika Îslamî a Kurd li Elmanyayê-CÎK û bi buhaye 160.000 Euro Qurban li 8 navendên Kantona Cizîrê bi alîkariya saziya Heyva Sor a Kurd ya Rojava li welatiyên muhtac belav kir." Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku ew ê ji niha û şûn ve jî hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdeviyên gelê Rojava û Şengalê bikar bînin û di serî de Civaka Îslamî a Kurdisanê-CÎK malavahiya hemû Kurdistaniyên Ewrûpayê kir..
NAVENDA NÛÇEYAN