Parlamentoya Ewropayê (PE) bi hewldana Koma Dostanî ya Kurd di bin sernavê ‘Li Tirkiyeyê di alî Kurd û Pêvajoya Îmraliyê Diyaloga Siyasî ya ji bo çareseriyê’ roja çarşemê civînek pêk hat û ligel çar nûnerên koma siyasî ya PE’ê gelek parlamenter û rojnamegerên Tirk tevli bûn.

Di civînê de mijarê wekê, pêvajoya Îmraliyê, rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şert û mercên muzakerê, PKK, helwesta YE ya di pirsgirêka Kurd, cihê BDP’ê, Sûriye, Rojava, Komkujiya Parîsê, nêzîkatiya AKP, lîsteya terorê, bê baweriya aliyê Kurd ya ji bo Enqereyê hatin nîqaşkirin. Ji bo pirsên di civînê de hatin pirsîn jî hemû kes bala wî li Selahattîn Demîrtaş bû.
Hevseroka komîsyona Parlamentoya Tevlihev ya YE-Tirkiyeyê parlamentera Fransî Helene Flautre, seroka koma dostaniya Kurd ya PE li ser navê koma çep a Yekitiya PE’ê parlamentera alman Jurgen Klute, li ser navê koma Sosyalîst Demokrat Rîchard Howîd û li ser navê Koma Lîberal parlamentarê alman Alexander Lambsdorff di dîwanê de cihê xwe girtin. Dîwanê xwest pozîsyona aliyê Kurd ji BDP’ê bê guhdar kirin. moderatoya civînê li ser navê Koma Çep Sreokê Koma Dostaniya Kurdan a PE parlamentera Alman Jurgen Klute kir. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku ew wek partiyê girîngiyê didin pêvajoya Îmraliyê û destnîşan kir tabuya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re muzakere nayê kirin hatiye şikandin. Demîrtaş, da zanîn ku ligel hemû zext û zordariyan her tim israra xwe domandine û ancax ev pirsgirêk bi muxataban re bê çareserkirin.

Stratejiya entegrê

Demîrtaş balkişand ser stratejiya Entegre ya desthilatdariya AKP’ê û aşkera kir ku piştî komkujiya Parîsê rêveberên PKK’ê yên Qendîlê hedef hatine girtin. Demîrtaş, destnîşan kir ku ev jî li Qendîl û Îmraliyê rê li ber pirsnîşanan vekiriye û desthilatdariya AKP’ê bê baweriya xwe zêde kiriye û wiha got: “Hikûmet her tim bal dikişîne ser hevdîtinên bi Ocalan re. Şert û mercên Ocalan têde dijî ji bo muzakereyê ne gengaz e. Ji bo Ocalan bi rêxistin û bi derdora xwe îstîşarê bike şert û merc tune.”

Operasyonên siyasî

Parlamenterê Koma Lîberal Alexander Lambsdorff jî diyar kir ku pirsgirêka Kurd ji bo YE’yê jî her diçe giran û girîngtir dibe û wiha got: “AKP li aliyekê bi Ocalan re hevdîtinan dike û li aliyê din jî operasyonan didomîne.” Lambsdorff, da zanîn ku ew vê fêm nakin. Lambsdorff, aşkera kir ku Erdogan behsa muzakerê dike Kurd vê çawa dinirxîne? Sedemên wê ji Demîrtaş pirsî.
Demîrtaş, bersiv da pirsa Lambsdorff, û wih got: “Di pirsgirêka Kurdan de nêzîkatiya bi leşkerî, ewlehiyê êdî îflas kiriye û bi taybet jî geşedanên Rojava desthildatdarî bê çare hiştiye.”

PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Helena Flautre jî got nêzîkatiya berê ya li hemberî pirsgirêk Kurd îflas kiriye û wiha got: “Wêneyên Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê li her derê Rojavayê Kurditanê dîtin. Divê ev jî bê hesab kirin. Divê êdî şert û mercên Ocalan bên başkirin. Em di vî alî de ji hikûmetê din nava bendewariyê de ne. Piştî qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd her tişt tevlîhev bû û ligel vê hawir ji bo muzakereyê başe. Ji bo muzakerayan divê êdî dem neyê wendakirin.”
Li ser vê Demîrtaş diyar kir ku ew ji bo vê şert naxwazin û got ew li dijî vê di nava pozîsyoneke erênî de ne û ji bo aştiyê di nava hemû amadekariyan de ne.
Richart Howit jî da zanîn ku ew dixwazin Tirkiyeyê wekê endamê YE’yê bibînin û got bila mafê Kurdan bê nasîn û wiha got: “Divê dozên KCK’ê êdî bi dawî bin. zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”
Parlamenterê Alman yê bi eslê xwe Tirke Îsmaîl Ertug jî got divê mafên gelê Kurd bên nasîn.
Parlamenterê Fransî Marîe Chrîstîne Vergîat jî diyar kir ku PKK ji lîstera Terorê bê derxistin û piştî komkujiya Parîsê helwesta hikûmeta AKP’ê qet ne di cih de bû.



Y.OZGUR POLÎTÎKA / STRASBOURG