Nîqaşên mijara yekemîn a hevdîtinên aliyên muxalif ên Sûrî bi dawî bû. Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed mijara duyemîn a danûstandinê da destpêkirin.

Danûstandinên Sûrî-Sûrî ku ji bo “avakirin û bipêşxistina Sûriyê” ne, didomin. Pişt bidawîbûna mijara yekemîn, Îlham Ehmed bi axaftinê mijara duyemîn a bi sernavê “Şiklê hikûmetê di nenavendiya demokratîk de modela Rêveberiya Xweser e” vekir.

Îlham Ehmed got: “Nenavendiya demokratîk wekî têgeh ji Sûriyê derket û di encama hewcedariya civakê de bi rêbazekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera dewletê wekî sîstem û civakî de peyde bû. Nenavendîbûyîna demokratîk rêbazê pêkanîna azadiyê û mîsogeriya mafê civakê ye.

Neteweya demokratîk esas e

Demokrasî rengek ji rengê têkiliyên xwezayî yên civakî ye. Lê di encama pergalên desthilatdar ên navendî de winda bû.

Di vir de û li vî cihê cografîk ji xaka Sûriyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, hevgirtina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ji bo demokrasiya Sûriyê heye û tevî saziyê wê hate ragihandin. Ev yek mînakeke civaka Sûriyê ye, demokrasiya wê bi hemû alav û armancên rastiya wê dide xuyakirin, projeya nenavendiya Sûriya Demokratîk çarçoveya ku destûra demokratîk dide xuyakirin, dike ku ji nû ve Komara Sûriya Demokratîk li ser têgihîştina medenî û mekanîzmaya birêxistinkirinên nû, ava bibe.

Neteweya Demokratîk yek ji girîngtir rêgezan e ku Rêveberiya Xweser li ser tê ava kirin, ew rihê avakirina sîstema rêveberiyê ye, çawa em sîstema netewedewletê red dikin ji ber ku rastiya civaka Sûriyê dernaxe holê, Rêveberiya Xweser jî nikare li ser esasê niştîmanî yan olî-dînî be. Neteweya demokratîk li ser esasê hevgirtina çandan û nasnameya niştîmanî ava bûye, ew esasê sîstema Rêveberiya Xweser e.”

Danûstanên di beşa duyemîn de bi nîqaşên beşdaran dewam dike.

ANHA / EYN ÎSA