Lezgîn weha peyiviye: “Li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat jî her çend di hindek xalan de cudahî di navera siyaseta PDK’ê û PKK’ê de hebin jî, ew hinde jî xal û nêrînên hevbeş hene. ... Li navçeyê zû bi zû guhertin çêdibin û ev yek jî bandorê li destkeftên gelê Kurd dike, derfetê bidestxistina mafê çarenivîsa gelê Kurd derdixe hole. Herdu alî jî di wê baweriyê de ne ku pêwîst e di vê pêvajoyê de pêwendiyê herdu aliyan, ji bo berjewendiya netewa Kurd, baştir be.”


Şerê PKK´ê li dijî DAIŞ´ê dike ku zext liTirkiyê bên kirin

Di nûçeyê de nirxandina siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncewînî jî heye. Pêncewînî dibêje,  nêzîkbûna PKK’ê û PDK’ê karigeriyeke baş li ser tevahiya Kurdistanê dike û weha dewam dike: “Ev nêzîkbûn dihêle gelek hêzên din jî nêzîkê hev bibin. Nêzîkbûna herdu aliyan bandore li pêşveçûna tevgera azadiya Kurd li hemû aliyan dike.”

Li gorî Pencewînî şerê li dijî DAIŞ’ê jî dihêle ku dewletên Rojava jî xwe nêzîkê PKK’ê bikin, zextê bikin li Tirkiyê da ku pirsa Kurd bi rêyên siyasî çareser bike. 


 NAVENDA NÛÇEYAN