Di belgeya BAMF'ê de hat ragihandin ku heta dawiya vê salê tê payîn ku mehane ji 12 heta 14 hezar penaberan serlêdanê bikin û tê gotin ku piraniya penaberên tên Almanyayê ji ser Îtalyayê derbas dibin. BAMF texmîn dike ku di beşa duyemîn a îsal de 175 hezar penaberên nû serlêdanê bikin û 25 hezar penaberên serlêdana wan hatibû redkirin ji nû ve serlêdanê bikin.
BAMF'ê hişyarî ad ku zêdebûna hejmara penaberên tên Almanyayê wê di sala 2015'an de jî dewam bike û ji rêveberiyên eyalet û bajaran xwest, tedbîrên pêwîst bigire.
NURNBERG