Di navbera  malbatên Sûse û malbata Xidir Axa ên bajarê Amûdê de aloziya beriya 23 salan dewam dikir. Komîteya Lihevanînê ya xeta Şehîd Xorşîd a gundewarê başûrê Amûdê ji bo herdû malbatan lihev bînin, li gundê Şêmitikê Ezo herdû malbat civandin û xwarin ji wan re çêkirin. Rûspiyên êlên kurd û ereb, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî, şandeyek ji YPG û nûnerên karûbarên olî yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li ser xwarina lihevanînê amade bûn.
Komîte beriya bi hefteyekê ji bo amadekiriyên çareserkirina nakokiyên herdu malbatan, li salona Beylesan bi malbatan re civiyabû. Serokê rûspiyên êla Xewatina ya Ereb, Ehmed Zeyd piştî lihevanînê, xwarina lihevanînê ji bo herdu malbatan li gundê Amûdê  Şêwarê amade kir. Endamê Buroya Karûbarên Olî Şêx Mihemed El-Qadirî li ser girîngiya hevgirtinê û çareserkirina pirsgirêkan û got ku yekîtî û hevgirtina pêkhateyan dê karibe hemû pilanên fitneyê têk bibe.

Rêveberê Komîteya Lihevanînê Mihemed Silêman bang li malbatên ku di navbera wan de nakokî hene, ku li hev werin.

AMÛDÊ