Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) bi armanca ku rewşa dawî ya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê binirxîne û helwêsta xwe eşkere bike, bi hemû pêkhateyên xwe ve civiya. Civîn li Holê Telarî Huner a li Silêmaniyê pêk hat û nêzî nîv saetê dewam kir. Piştî civîna li çapemeniyê girtî, Berdevkê YNK’ê Latîf Şêx Umer daxuyanî da.

Latîf Şêx Umer diyar kir ku, ew amade ne hevdîtinên dema bihurî esas negirin û got,  “Heger ji bo erkên Parlamen û Hikûmeta Herêma Kurdistanê danustendinên nû çêbibin, em ê helwêsteke nû nîşan bidin. Em hevdîtinên ku heta niha hatine meşandin esas nagirin û em ê ji serî ve dest pê bikin.”

 

SILÊMANÎ