Li bajarê Elmanyayê Emmendingenê malbata Doğanxwest navê “Hîwroj” li keça xwe ya 22´yê çiriya paşîn ji dayikbûyî bikin. Lê belê êaredariyê bi îdîaza ku nav ne bi elmanî û tirkiye ev daxwaz red kiribû. Ev binpêkirina mafê mirovan di rojnameya me de jî hat weşandin û di çapemeniyê de cih girtibû. Şaredariya Emmendingenê êdî nameyek ji malbatê re şand û malbat hişyar kir: “nûçeyan bidin betalkirin yan na em ê li dijî we kirinên qanûnî bidin destpêkirin!”
‘Karekî rûtîn e’
Şaredariya Emmendingenê di nameyê de îdîa kir ku dêûbav ên ku zarokên wan li Elmanyayê ji dayik dibin divê bi belge îsbat bikin ev nav ne li zirara zarok e, di vê çarçoveyê de wan daxwaza îsbatkirina rastnivîsa nêv e û ev karekî rûtîn e. Di nameyê de îdîa ew e ku malbata Dogan şaredarî di çapemeniyê de şaş daye nasîn û di rastiyê de cihêkarî li dijî malbatê û nexasim jî ji ber kurdbûna malbatê nîne. Di nameyê de malbat weha tê hişyarkirin: “Vê berevajîkirinê heta bi 3´yê çile sererast bikin, yan na em ê kirinên qanûnî bidin destpêkirin.”
Îdîayên di nameyê de bi nameyên beriya niha re jî li hev nakin. Di nameyên şaredariyê de berê hatibû gotin ku şaredarî bi konsolosxaneya tirk a li Karlsruhe şêwiriye û ji wan re hatiye gotin ku nav ne bi tirkî ye û tîpa “w” jî di alfabeya tirkî de nîne.
Der barê mijarê de dersdarê zanîngeha Erfurtê Lokman Turgut got, “ev encama siyaseta elman a qebûlnekirina nasnameya kurd e û dikare li tevahiya saziyên fermî bibe sedema cihêkariya li dijî kurdan.” Ji Dortmundê parêzer Bariş Yeşil jî got, “ev rewşeke kelevajî ye, lewra endamên malbatê welatiyên elman in û şêwirîna bi konsolosxaneyê nayê fêmkirin. Navê zarokeke welatiyê elman li gorî qanûnên elman dibe.” Yeşil argumana îsbatkirina guncawbûna nêv jî weke tiştekî kêm bawerî pê were nirxand.
NAVENDA NÛÇEYAN