Rayedarên Kurd dibêjin ku di bin sîbera wan gefan û tirsandin û bêdengiya hikûmeta Iraqê de ku berpirsiya ewlehiya wan navçeyan di destê wê de ye, ji wextê ku pêşmerge vekişiyane zêdeyî 900 malbatên Kurd ji Sadiye û Celewla hatine derxistin û di dewsa wan de 800 malbatên ereb li navçeyê hatine bicihkirin. Hikûmeta Bexdayê ku li hember vê pêvajoyê bêdengî nîşan daye, ligel livandina pêşmergeyan ber bi navçeyê ve, wê jî hêzên artêşê livandin. Raporeke nehênî ya dezgeha sîxuriya amerîkî jî ku di malpera Foreign Policy a Amerîkayê de hatiye weşandin, wiha dibêje: “Bêyî hebûna aliyê sêyemîn, aloziyên di navbera ereb û Kurdan de li wan navçeyan dibe ku bilez bigihîje şer.”
Alozî ji Sibatê ve heye
Di Sibata borî de, Herêma Kurdistanê li sînorê Kerkûkê hêzên xwe ber bi başûrê parêzgehê livandin û heya mehekê hêzên xwe li wê deverê bicih kirin, ew jî piştî ku li qezaya Hewîce êrîşî sazî û dezgehên hikûmî hat kirin û egera wê yekê hebû alozî û tevlihevî vegerin nava bajarê Kerkûkê. Serê vê mehê, dezgeha Rand Cooperation ku ji aliyê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê tê hevkarîkirin, der barê kartêkirina çûyîna hêzên Amerîkayê ji navçeyên cihê nakokiyê, raporek weşand ku tê de rewş wiha hatiye gotin: “Bêyî hebûna hêzên amerîkî û bi ser de jî bi hebûna hêzên amerîkî jî, nakokiyên di navbera ereb û Kurdan, her demek be, dibin sedemê derketin şer.”
Hinek pispor wiha dibînin ku bo girtina rê li ber wê egerê pêwîst e ji bo yekalîkirina wê kêşeyê rêkkeftineke xurt bê kirin. Mamosteyê zanistên siyasî li Kolêja King li paytext Londona Îngilistanê û pisporê meseleya Kurdî Dr.William Park di vê mijarê de wiha dibêje: “Heya Kurd û ereb ne amade bin li ser çarenivîsa wan navçeyan lihev bikin, egera derketin şer her dimîne.”
Rewş xirabtir dibe
Li gorî lêkolerekî siyasî yê amerîkî, pêwîst e Kurd û ereb bi awayekî ciddî gotûbêj û danûstandinan li ser vê meseleyê bikin, eger na rewş berbi xerabiyê diçe. Lêkolerê siyasî di gruba International Crisis de Yoost Hilterman ji bo vê rewşa aloz ev tişt gotin: “Pêwîst e Bexda û Hewlêr bilez dest bi gotûbêj û diyalogan bikin, çimkî bêyî rêkkeftin rewş ber bi aloziyeke zêdetir diçe.” Heftiya borî, General Ted Stewart ku ji 2010’an ve serpereştiya hêza hevbeş a pêşmerge û artêşa Iraqê li Nînewayê kiriye, ragihand ku mezintirîn tecrûbekirin li pêşber Îraqê, ew e ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê kîjan alî serpereştiya van deveran dike. Bi dîtina pisporekî amerîkî, aloziyên vê dawiyê û binpêkirinên ku dijî Kurdan tên kirin, destê rêxistina Qaîde di wan de diyar e. Bi baweriya wî, ti pêwendiya van aloziyan bi nakokiya di navbera Kurd û ereban de tune. Ev pisporê amerîkî di wê baweriyê de ye ku El-Qaîde hewl dide rewşa van deveran bikar bîne û ne aramiyê derxîne.
HEWLÊR