Artêşa rejîma Şamê oprasyonên xwe yên li dijî hêzên eskerî yên muxalefetê, her weha xwepêşandêrên sivîl, berfireh dike. Di 24 satên derbasbûyî de bi sedan kes hatin kuştin bi sedan jî birînda bûn. Li gorî agahiyan bi qasî 1000 kesî jî sînorên Tirkiye derbas krine û mîna penaber serî li desthilatdariya Enqerê dane.
Hêzên artêşa Beşar Esad heremên Hema û Idlibê didin ber xwe. Armanc ew e ku çekdar û eskerên veqetiyayî ku navê „artêşa azad ya Sûriyeye“ li xwe kirine, ji holê bên rakirin û bi yekcarê têk herin. Ji ber vê yekê hêzên artêşa Esad siyaseta „erdşewitandinê“ dimeşînin. Çi dikeve ber wan agir pêdixin. Tiştê balkêş ew e ku heremên Cisir al-Shagor û derdora welayeta Humisê ji xelkên xwe têne vala kirin. Artêş mal û milkên xelkên van hereman wêran dike.
Bi nerîna min Esad sînorên “dewleta Elewî” berfireh dike. Ew wek alternatîva dawî dê vê dewleta li ser esasê mezhebî ilan bike û ji bo parastina wê ji niha ve tedbîrên cidî wergirtine. Ev 6 meh in ku Esad hemû amorên eskerî yên giran mîna belafir û sîstemên rokêtêan yên pêşketî li “herema Elewî” bi cih dike. Ev herem ji 2 welayetan pêk tê. Welayeta Latakiya û welayeta Tertûsê. Bê guman di encama êrîşên artêşa Esad de beşekî mezin ji welayetên Humis û Idilib û Hemayê jî ji bo tevlîbûna vê “dewletê” hatiye amedekirin. Bi taybet ew deverên ku gundên Elewî li wir hene, hemû ji kesên ne Elewî, hatine paqijkirin. Jixwe gundiyên Elewî jî bi alavên xweparastinê hatine biçekkirin.
Beriya demekê Abdulhalim Xedam, ku ew bi xwe cîgerên serokdewletê Sûriyeye bû, diyar kir ku Esad pîlana damezrandina “dewletek Elewî” danîye. Xedam got di vî derbarî de agahiyên piştrast hene û Esad bi xwe jî ev pîlan ji siyasetmedarekî lobnanê re eşkere kiriye.
Tiştê niha li ser rûyê erdê diqewime vê idayê piştrast dike. Pîlana Esad ya têkbirina serhildana gelê Sûriyeye ji ser 2 xalan pêk tê.
Têkbirina serhildanê bi riya bikaranîna hemû cûre û şêweyên dijwariyê.
Eger hat û pîlana A bi ser neket, jixwe tenê ilankirina dewletek Elewî wek çare dimîne.
Bi ya min piştî 42 salan ji “desthilatdariya Elewî” li ser Sûriyeye ku zarokên vê kêmmezhebê tevahiya artêş û hêzên istixbaratê, her weha bazirganî û aboriya welat jî, girtibûn destê xwe, dê carek din bi hesanî van “destkeftiyan“ ji dest bernedin û nekevin bin “desthilatdariya Suniyan”. Ya din jî heta niha hêzên artêşê, ku piraniya wan Elewî ne, bi qasî 25.000 welatiyên Sûryeye ku piraniyan wan sunî, kuştine. Ewqasek xwîn vala naçe û dê “tolhildana” Suniyan mezin be. Ji ber hindê Elewî dikarin tenê bi riya ilankirina dewletê û cûdabûna ji Sûriyeye xwe xelas bikin.
Jixwe berê jî kevneşopiya dewletkirinê û bi taybetî li ser bingeha mezhebê, li Sûriyeye heye. Di destpêka salên 20 an de, dema ku Ferensa Sûriyeye girt bin desthilatdariya xwe, ev welat li ser çend “dewletan” dabeş kir. Wê demê Parîsê dewleta Elewî û dewleta Duriziyan û dewleta Heleb û dewleta Şamê ava kir. Xwestek hebû ku dewleta Cezîrê jî ji bo Kurdan û xiristyanan bête avakirin, lê Tirkiye ev yek red kir û rê li ber girt.
Esad ji bo vê dewletê dê destekê ji Iranê bigre. Her weha ewê destekê ji Israîlê jî bigre. Wek tê zanîn Israîl her cûreyê dabeşkirina heremê û peydakirina dewletên li ser esasê olî û mezhebî pîroz dike û ji xwe re wek armanc dibîne.
Stratîjiya Beşar Esad û tîma wî ew e ku beşên din yên gelên Sûriyeye li dijî Suniyan tehrîk bike. Ew heta niha bi ser ketiye. Sunî jî xîtabek islama siyasî ya radîkal nîşan didin. Alîkariya ku ji welatên ereb distînin dihêle ku ew xîtaba selefî bidin pêş û vê serhildanê bikin “şerekî pîroz li dijî Elewî û Şiîan”!.
Esad ev yek fehm kir. Ji ber hindê posta wezareta berevaniyê dewrî generalekî xiristiyan kir. Wî general Dawid Raciha mîna wezîrê parastinê ilan kir. Her weha generalên ji mezheba duriziyan jî da pêş. Nih di oprasyonên li dijî navendên sunî de rola mezin dikeve ser milê generalên ji ol û mezhebên Elewî, xiristyan û durzî. Bi vê yekê durzî û xiristiyan jî tevî vî şerî bûn û bê xêrî xwe cihê xwe li gel rejîmê girtin.
Şerê li Sûriyeye pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne. Dikare di dawî de neqşeya dewleta Sûriyerye ji nû ve bikêşe. Sûriyeyek ku ji çend “dewlet” û hereman pêk tê, peyda bike. Wek stratîjî gelê Kurd dê sûdê ji qelsbûna dewleta navendî bibîne. Eger ev welat dabeş bibe an jî desthilatdarî ziîf û qelis bibe, dê ji bo Kurdan baş be û helwesta wan ya stratîjî dê xurtitr bibe….