
Piştî ku rejîma AKP’ê careke din nehişt komek ji parlementerên Elman biçin serdana baregeha Încîrlîkê, hikûmeta Elman dest bi nirxandina alternatîfan kir. Wezîra Bergiriyê ya Elman Ursula von der Leyen wê dawiya vê hefteyê biçe Urdunê. Li aliyê din li parlemena federal a Elman jî mijar hat minaqeşe kirin û doza tavilê vekişandina eskeran ji Tirkiyeyê hat kirin.
Komek ji parlamenterên ji Komîsyona Bergiriyê ya Federal xwest, serdana yekîneyên Elman ên li baregeha Încîrlîkê bikin, lê belê delweta Tirk careke din ev daxwaz red kir. Krîza ji ber vê yekê rûdayî, dewam dike. Hikûmeta Elman bi rengekî cidî xistiye rojeva xwe ku yekîneyên xwe yên li Încîrlîkê vekişîne û van yekîneyan ji bo destekê bidin koalîsyona li dijî DAIŞ’ê li cihekî din bi cih bike.
Plana vekişandina 260 leşkerên Elman ên li Încîrlîkê û bicihkirina wan li welatekî din, zelal dibe. Piştî biryara vê dawiyê ya rejîma AKP’ê, hikûmeta Elman weke alternatîfa destpêkê berê xwe dide Urdunê.
Malpera nûçeyan Spîegel Onlîne ragihand ku Wezareta Bergiriyê wê ji bo lêkolînê, heyeteke leşkerî îro bişîne Urdunê. Her wiha Wezîra Parastinê Ûrsûla Von Der Leyen jî wê di dawiya vê hefteyê de bi heman armancê biçe Urdunê.
Piştî danûstandinên bi hikûmeta Ammanê re, tê payîn ku leşkerên Elman li baregeha leşkerî ya Muwaffaq Saltî ya li Urdunê werin bicihkirin.
Artêşa Elman divê tavilê vekişe
Gelek partiyên din ên Elman jî xwestin ku eskerên Elman ji Incîrlikê vekişin. Partiya Kesk û Partiya Çep di vê mijarê de pirsnameyek dan meclîsê. Di pirsnameyê de hate gotin, "Artêşa Elman artêşa parlamenê ye û kontrola parlamenter her gav divê pêkan be. Artêşa Elman jî ji bo vê sedemê divê demildest ji Baregeha Incîrlikê vekişe."
Endamên Komîsyona Bergiriyê ya Meclîsa Federal a Elman, plan dikir ku roja sêşemê serdana Încîrlîkê bikin, lê belê Enqereyê ji nişka ve ev biryar asteng kir. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel bi gotinên ‘Biryareke ku qet nexweş e’ nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê da.
BERLÎN