
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava jiyaneke nû afirand û karîbû bibe alternatîfa herî guncaw a sîstema desthilatdar. Xelîl, diyar kir ku ji ber ku ev sîstem xizmeta berjewendiyên hin hêzan nake û têkçûna wan nîşan dide, êrîşî vê sîstemê dikin.
TEV-DEMʹê bi armanca nirxandina geşedanên dawî yên li herêmê doh li salona Îvan a herêma Dirbêsiyê civînek li dar xist.
Projeya opozîsyonê nîne
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl, Endamên Saziyên Civaka Sivîl û Leşkerî yên herêmê jî di navê de bi sedan şêniyên herêmê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Aldar Xelîl li ser rewşa dawî û rûdanên li herêmê axivî û got: ʺAloziya Sûriyê ji ber ku projeya opozisyonê nîne, dewam dike û nayê çareserkirin. Ji ber vê yekê alozî kûrtir bûye. Girêdana wê bi ajandayên derve re jî ne di berjewendiya gelê Sûriyê de ye.ʺ
Der barê rewşa jiyanê li Rojava de jî Xelîl got, ʺŞoreşa Rojava jiyaneke nû afirandiye, bi berxwedana gel û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan me karîbû altnernatîfa sîstema desthilatdar ku li ser gel hatiye ferzkirin, pêk bînin. Bi projeyeke demokratîk a nû ku berjewendiya tevahiya pêkhateyên bi dirêjahiya dîrokê jiyaneke hevbeş bi hev re dijiyan û parastina maf û çandên ku ji dest hatiye girtin, dikir, aternatîfa sîstema desthilatdar peyde dibe.ʺ
´Projeya me dewleta Tirk pûç kir´
Xelîl da xuyakirin ku cudabûna di navbera wan û aliyên din ên Sûriyê de Projeya wan a demokratîk a Civakî ye û wiha dewam kir: ʺTişta me ji aliyên din ên opozisyonê ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve temyîz dike, ew e ku me Projeya Civakî ya Demokratîk nû pêşkêş kiriye, avakirina meclîsan û komînan di nav de cih digire, piraniya pêkhateyên herêmê beşdarbûn û rêveberiya xwe bi xwe dikin, her wiha parastina herêmên xwe dikin û li benda kesî namînin ku parastina wan bikin.ʺ
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê diyar kir ku hin alî hene li hemberî projeya wan a demokratîk derdikevin û hewl didin bi paş bixin û wiha dewam kir: ʺRejîmên desthilatdar û alîgirên wê, bi taybetî jî dewleta Tirk projeya me red dikin, ji ber serketina projeya me nîşan dide ku ew ji aliyê siyasî û leşkerî ve hatine pûçkirin. Desthilatdariya wan jî nema ye. Ji ber vê yekê jî êrîşên siyasî û leşkerî li dijî me pêk tînin, ambargoyê li ser me ferz dikin.ʺ
Yeknebûna navmala Kurd û helwêsta ENKS´ê
Derbarê yeknebûna gotina Kurd û redkirina hin partiyên Kurd ji projeya sîstema Federal a Demokratîk a Bakurê Sûriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re Xelîl got, ʺBeşdariya ENKSʹê di nava Îtîlafa Sûrî û tevgera di bin fermanên wê de û erêkirina wê ji projeyên Îtilafê re ku ti cudahî di navbera wê û projeyên rejîma Baas a desthilatdar de li ser gel tineye, sedema yeknebûna refên Kurd e û li hemberî projeyên ji bo avakirina Sûriyeka demokratîk û azad disekine û ji refê Kurd û hêviyên wê dûr dikeve.ʺ
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser avakirina Focên Leşkerî yên girêdayî YPG`ê û got, ʺHêzên Sûriya Demokratîk û YPJ/YPG`ê serketinên mezin pêk anîne û erdên fireh jî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine. Ji bo parastina van herêmên rizgarkirî û parastina gel û destketiyan avakirina van Focên Leşkerî girîng e.ʺ
Piştî axaftina Aldar Xelîl, civînê bi nîqaşan dewam kir û bersiva prisên beşdaran hat dayîn.
ANHA/DIRBESIYÊ