Lewma Hikûmeta Herêmê nikare û ya rastî naxwaze jî bi gavên bi tesîr li ber Tirkiyeyê rabe. Iraqê doz li Tirkiyeyê vekiriye, heger Hikûmeta Herêmê hevkariyê bi Iraqê re bike, û di meseleya petrolê de lihevkirineke baştir bike bi Bexdayê re, ev ê gelek tiştan biguherîne.

LUQMAN GULDIVÊ

Dersdarê li Shaanxi Normal University a li Çînê di beşa Dîrok û Şaristaniyê de Dr. Seevan Saeed li ser rewşa dawî ya li Başûrê Kurdistanê, peywendiyên wê yên bi Tirkiye û Îranê re û çareseriya muhtemel de ji me re peyivî. Li gorî wî, ya herî maqûl ew e ku di çarçoveya destûrî de Hikûmeta Herêmê di meseleya petrolê de bi Bexdayê re li hev bike, da ku beramberî Tirkiyeyê jî ew xurttir bibe. Lê belê li gorî rewşa heyî ew dibêje, girêdanên di navbera PDK û Tirkiyeyê de wê destûrê nedin vê yekê.

Başûrê Kurdistanê beriya bi du salan xwe li serxwebûnê rakişand, lê bi du seriyan û dûrî siyaseteke hevgirtî ya neteweyî. Di vî halê hanê de Tirkiye û Îran aktorên çawa ne li Başûrê Kurdistanê?

Îdîaya daxwaza serxwebûnê ya Barzanî û PDK´ê, ku partiyên din jî dan dûv, tenê hewldaneke dînane bû, da ku ji têkçûna rêveberiya hikûmetê û têkçûna xizmetkirina xelkê ji ber bibinxistina peywendiyên bi hikûmeta navendî ya Iraqê û cîranên xwe yên hêzdar (Tirkiye û Îran), xwe xilas bikin. Ji ber hevkariya xwe ya dûvdirêj a bi Îran û Tirkiyeyê re PDK û YNK êdî ti rê li ber wan nemabû ji bilî gava negihayî û ne stratejîk a doza serxwebûnê û birêvebirina referandûmê di 2017´an de. Yek ji delîlên herî baş ji bo ku mirov zanibe Barzanî ne ji dil bû, ew e ku ew li ser heman rêyê piştî referandûmê jî dewam bû. Bi awayekî sosret Barzanî ofîsa bavê wî damezirandî (Baragay Barzanî) ji nû ve ava kir. Ev ofîsa hanê yeke eşîrî ye ku di serdema Mistefa Barzanî de beriya bi 50 salan hebû. Ji ber vê jî doza avakirina dewleteke Kurd daxwazeke dînane bû heta ji û wê de henekek bû. Li aliyê din jî tevî ku milet helbest dixwest xwedî xweseriyeke bêhtir û heta xwedî serxwebûnê be jî, ji ber birêveberiya xirab, bawerî bi partiyan nedianî û bi temamî destek neda projeyê.

Helbet sedema sereke û pirsgirêka sereke hêz û îradeya Îran û Tirkiyeyê ya tevgeriyana li nav erdên Herêma Kurdistanê bû. Bi awayekî besît, ez dikarim bibêjim, halê hazir Herêma Kurdistanê koloniyeke Îran û Tirkiyeyê ye. Yekane meseleya PDK û YNK´ê ew e ku berjewendiyên xwe biparêzin û balansa hevkariya bi herdu dewletan re û heger li dijî berjewendiyên miletê Kurdistanê bin jî, bêyî ku li ber rabe, eyar bikin.

Heman Başûrê Kurdistanê îsbat kir ku di warê aborî de yan bi Tirkiye û yan jî bi Bexdayê ve mutleq girêdayî ye û qismî jî bi Îranê ve; gelo îhtîmalekê tu dibînî ku rêveberiya nû bê avakirin ya şirîkatiya çend malbatan vê yekê biguhere, projeyan çêke ji bo vê?

Hikûmeta nû diviyabû beriya bi 8 mehan ava bibe; ew ava jî bibûya, wê tiştekî baştir yan jî xirabtir nekirina ji wan tiştên ku kabîneyên beriya wê kiribûn. Bi tenê ji ber wekhevbûna hema hema hemû aktorên siyasî ye ku zêhniyeta wan bi temamî eynî ye û heman girêdanên wan bi hêzên herêmî re hene. Dîlemaya sereke ji bo rêveberiyê ew e ku ne ti mejî, ne jî ti planên wan ji bo bûyerên biqewimin, hene. Hêza wan nîne ji bo xwendin û fêmkirina rewşên li herêmê. Wan dilsozane serê xwe tewandiye ji doz û talîmatên îradeyên herêmî û nevneteweyî re bêyî ku tesîrekê li wan bûyeran bike yan jî wan rexne bike. Ya rastî, ew li berjewendiyên milet nafikirin. Ji ber wê yekê gumana min gelek e li ser wê yekê ka di navbera vê kabîneyê û ya piştî wê de jî wê ti guhertin hebe yan na.

Li Başûrê Kurdistanê bi zor û heft bela hikûmetek tê avakirin, post û erk di navbera çend malbat û partiyan de hatin dabeşkirin, ev ê pirsgirêkên siyasî û civakî yên Başûr karibe çareser bike?

Naxêr. Di nava du dehsalên bihurî de Hikûmeta Herêmê ecêb bi bin ket di warê civakî, siyasî, aborî û dîplomatîk de. Ez ji xwe behsa wî şerê di navbera partiyan de nakim ku bû sedema zerarên gelekî mezin ên civakî û siyasî. Sedema van binketinan jî ew partî û kes in ku niha hikûmetê ava dikin. Pirs ev e; ka alternatîfek heye yan na û ka mirov çawa alternatîfekê ji van kaosan re ava bike li Başûrê Kurdistanê?

Başûr wê çawa bike, gelo wê berê xwe bide Bexdayê û pirsgirêkan çareser bike, yan di nava aktorên herêmê de weke heta niha ji bo berjewendiyên çîneke teng dewleta rentîer dewam bike?

Li Iraqê bi xwe krîzên mezin ên civakî û siyasî hene. Nirxên eşîrî dikarin her beşa Iraqê bêyî hikûmeta fermî bi rê ve bibin. Lê belê, qet nebe di teoriyê de naskirineke hikûmeta Herêmê û ya Kurdan a qanûnî û destûrî heye. Ev yek dikare destûrê bide ku herêmên Kurdan bibin hîmekî bi rastî tê bi pêşketinê heta ji avakirina neteweyeke adil û demokratîk jî. Lê halê hazir ji ber nepotîzmê (îltîmas) û têkçûna lihevkirina bi aliyê Ereb ê Iraqê re, statuya Kurdan li Iraqê her diçe xirabtir dibe.

Dîsa jî ya herî baş û realîst ew e ku peywendiyên xurt û erênî bi hikûmeta navendî re bên danîn û neteweya nirxên federal û demokratîk xurt û teşwîq bikin da ku nêzîktirî xewnên Kurdan bibin. Lê belê ez neçar im careke din bibêjim, ji ber vê rêveberiya têkçûyî ya malbatên Barzanî û Talabanî û alîgirên wan, xewnên miletên Kurdistanî wê her roja diçe, ber bi nemanê ve biçin. Helbet mecbûr in bi Iran û Tirkiyeyê re miamele bikin, lê hêza destûrî ya dewleta Iraqê wê Hikûmeta Herêmê xurttir bike. Lê halê hazir peywendiyên xurt danîn bi Îran û Tirkiyeyê re bi wî rengî ku ti rêzê ji rûmeta gelê Kurd li Başûr û li parçeyên din nîşan bide, kirina herî rezîl a PDK û YNK´ê di dîrokê de.

Başûr di ser Tirkiyeyê re petrolê difiroşe, gelo ev bi kêra Başûr tê? Û siyaseta petrolê ya Başûr û ya Iraqê mirov li ber hev bigire, kîjan bêhtir bi kêra milet tê.

Tirkiyeyê li dijî giliyên Iraqê di dozên firotina neqanûnî ya petrola Iraqê yanî ya Başûrê Kurdistanê heta niha gelek doz winda kirin. Doza niha bi rêve diçe, ber bi dawiyê ve diçe û dibe ku Tirkiye 26 milyar dolaran bide Iraqê. Krîza mezin bi wê yekê re hat, gava ku Hikûmeta Herêmê (malbata Barzanî) lihevkirineke neqanûnî bi Tirkiyeyê kir ku petrolê 50 salan erzan bifiroşe Tirkiyeyê. Sedema qutkirina mûçeyan karmendan ev bû ku di van 5 salên bihurî re krîzeke mezin a aborî li Başûr çêkir. Ji ber vê jî vegera lihevkirina bi Bexdayê re wê bibe çareseriya herî guncaw ji bo derketina ji vê kaosê. Lê belê dîsa ez bibêjim, ji ber bihevgirêdanên demdirêj ên malbata Barzanî, ev rêveberî zehmet e ku xwe ji tesîra doz û berjewendiyên Tirkiyeyê karibe xilas bike û tenê berjewendiyên miletê Kurd bike berjewendiyên xwe.

Tirkiye gava pereyên peymana neqanûnî ya bazara xwe nede, Başûr dikare çi bike?

Heger Başûr mafên xwe yên destûrî li Iraqê bi kar bîne û bi Iraqê re li dijî Tirkiyeyê bisekine, kaosa Tirkiye û Erdogan a li herêma Kurdistanê wê kêm bibe. Lê belê bi helwêsta heyî ya Hikûmeta Herêmê Tirkiye wê qaçaxçîtiya petrola Başûr dewam bike, dest deyne ser mafên petrolê yên Kurdan bêyî ku wê bi temamî mirov karibe dadgeh bike. Lewma Hikûmeta Herêmê nikare û ya rastî naxwaze jî bi gavên bi tesîr li ber Tirkiyeyê rabe.

Iraqê doz li Tirkiyeyê vekiriye, heger Hikûmeta Herêmê hevkariyê bi Iraqê re bike, û di meseleya petrolê de lihevkirineke baştir bike bi Bexdayê re, ev ê gelek tiştan biguherîne. Û hîç guman jê nîne, ev ê sînor jî deyne ji destên Tirkiyeyê re ku dixwaze petrola Kurdan bi erzanî û qaçaxî li bazaran bifiroşe.

Siyaseta demokratîk û civaka sivîl a ji malbatên desthilatdar serbixwe li Başûr piştî ezmûnên van herdu salên dawiyê, gelo wê karibe bi pêş keve?

Timî, gava pêvajoyên reform û guhertinê dest pê dikin, hêza dewletê yan jî hêzên navneteweyî yên ku reform zirarê li berjewendiyên wan dikin, wan xirab dikin. Ji ber xambûna pêvajoya guhertinê û reforman a bi destê partiyên piçûk, serdema partiyên gendeliyê dirêjtir dibe. Pirraniya çalakgerên Girran û Newey Nwê û beriya wan jî yên Îslamî, tenê behsa mijarên piçûk dikirin, li şûna ku li guhertinên radîkal bifikirin. Jixwe, gelek neket navberê ew teslîmî îradeya PDK û YNK´ê bûn. Halê hazir alternatîfa bi rastî ku gelekî lazim e, xuya nake. Rewş gelekî krîtîk e lê nebûna alternatîfê statuya Hikûmeta Herêmê dewam dike tevî hebûna rîska hilweşînê.