Alîkarê Hevserokên HDP’ê Alp Altinors bi hinceta ku li bajarê Tokatê tevlî merasîma cenazeyê Zakîr Karabulut ê ku di teqîna li Enqereyê ya di 10’ê Cotmehê de pêkhatibû de jiyana xwe ji dest dabû, 9’ê Îlonê li Enqereyê hatibû binçavkirin û ew biribûn bajarê Tokatê. Altinors ê ku 8 rojan di binçavan de hat girtin duh bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ hatibû girtin. Di heman dosyaya ku 16 kes hatibûn binçavkirin de tevî Altinors 12 kes hatibûn girtin.
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş têkildarî girtina Altinors li ser twitterê peyamek weşand û girtina Altinors şermezar kir. Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: “Alp Altinors şoreşgerek serbilind û birûmet e. Ne namerd, diz û kujerê gel e, ew rûmeta me ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN