
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel û pêdiviyên wan pêkanîn destpêka sala 2015`an li bajarê Qamişlo komîn hatin avakirin. Hejmara komînên Qamişlo 166 komîne, 44 komîn ên pêkhateya ereb e, 4 komîn ên pêkhateya suryan e û komînên dîtir jî yên pêkhateya kurd e û hinek komîn jî du pêkhate bi hev re ne.
166 komîn ji bo 7 taxên bajarê Qamişlo hatin avakirin. Her 500-1000 malî ciyê xwe di komînekê de digrin. Hejmara malên bi komînê ve girêdayî zêde ne û ev yek bû sedema di mijara rêxistinî û pêdiviyên gel pêkanîn pirsgirêk derbikevin. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe Meclîsa Rêveber a Meclîsa Gel a bajarê Qamişlo di civîna xwe ya asayî ku 15`ê mijdarê lidarxistibûn, biryar dan hejmara komînên Qamişlo zêde bikin. Li gorî biryara hatî girtin dê her 150-200 mal ciyê xwe di komînekê de bigirin. Ji bo ev biryar têkeve meriyetê û komîn werin zêde kirin komîteyeke ji 8 endaman pêktê hate avakirin. Nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Asayîşê, endamên YCR`ê, komîteya aborî, Şaredariyên Gel, Kongreya Star, PYD`ê, Meclîsa Gel a Qamişlo ciyê xwe di vê komîteyê de digirin. Ev komîte dê ji şêniyên Qamişlo re civînan organîze bike û pêdiviya zêdekirina hejmara komînan vebêje.
QAMIŞLO