
Koma muzîkê Kardeş Turkuler piştî 4 salan dest bi amadekariya albumeke nû dike. Di vê albume de yekem car straneke bi zimanê Pontûsî cih digire. Koma muzîkê Kardeş Turkuler ku bi armanca pirziman û pirçandî ket rê û bi zimanê Çerkezî, Erebî, Tirkî, Ermenî, Kurdî stranan distrê piştî 4 salan ji nû ve amadekariya albumek nû dike. Kardeş Turkuler, ji bo bihara pêş dest bi amadekariya albuma nû kir. Di vê albumê de yekem car straneke bi zimanê Pontusî cih digire. Solîstê Kardeş Turkulerê Vedat Yildirim anî ziman ku, li Tirkiyeyê di milê pozitif de hêza ku şevkê bide tune û ji ber vê yekê nikarin li gorî dixwazin biafirînin. Yildirim anî ziman ku piştî 4 salan armanc dikin ku di demsala biharê de albuma xwe bigihînin destê guhdarên xwe.
Her stranek xwedi reng û xweseriyekê ye
Yildirm anî ziman ku, wan ji bo albuma xwe ya nû gelek malzeme kom kirine û wiha axivî: “Album ji du beşan pêk tê. Yek jê li ser beste û hunera ku heta niha me bi pêş xistibû. Ya din jî li ser geşedanên rojane ye. Em dixwazin pirrzimaniyê bidin jiyîn. Her stranek xwedî reng û xweseriyekê ye. Em wan rengan tevan tînin cem hev. Em dixwazin bi israr di vê rêça xwe de dewam bikin. Xebatên me bêhtir li ser repertuwara ziman e. Li welatê me gelek ziman hene. Lê lêkolîna wan û çêkirina stranên li ser wan gelekî zehmet e. Di vê albuma nû de, dê bi zimanê Çerkezî, Erebî, Tirkî, Ermenî, Kurdî, stran hebin. Dê yekem car di vê albumê de bi zimanê Pontûsî stran bên gotin.”
Nikarin biçin her derê
Yildirim anî ziman ku ew armanc dikin ku li her derê Tirkiyeyê konseran bidin. Her wiha Yildirim da zanîn ku, ji ber zextên li ser wan, ew nikarin biçin her derê û nikarin biçin li her derê konseran bidin. Yildirim diyar kir ku ji ber qanûnên OHAL’ê bi hêsanî rastî astengi û bersîva neyînî tên û nikarin destûrê bistinin. Yildirim herî dawî da xuyankirin ku di rewşên wisa de ew bêhtir dikarin xwe bi rêxistin bikin û dikarin bêhtir xwe bi hêz bikin.
STENBOL