Li gundê Basûtê yê navçeya Raco jî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) semînerek lidar xist. Di vê semînerê de jî mamosteyê zimanê Kurdî Hesen Hesen di derbarê dîroka zimanê Kurdî û hewldanên çewisandinê yên rejîmên dagirker de axivî. Mamosteyê zimanê Kurdî Peyman Hesen jî bal kişand ser hewldanên tinekirina zimanê Kurdî û berxwedana gelê Kurd û li ser wê mijarê axaftinek kir. Mamosteya zimanê Kurdî Leyla Feyo jî, di derbarê rola jinê ya ji bo parastina zimanê Kurdî de axivî.
EFRÎN