Komelê ji bo di mehên pêş de çepera xwe fireh bike û ekolojiya hemû bajarên herêmê biparêze dest bi ziyaretên 4 perçeyan kir. Endamên Komeleyê hatin Amedê û bi şaredarî saziyên sivîl ên civakî û çapemeniyê re hevdîtin kirin. Endamên komeleyê diyar kirin ku ew nerîn û pêşniarên saziyan digirin û dixwazin berî her tiştî hişmendiya girîngiya ekolojiyê pêş bixin. Endamên komeleyê dan zanîn ku piştî ziyaretên li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê pêk bînin wê di mehê pêş de konferansa Ekolojiya Kurdistanê pêk bînin.

Berpirsiyarê Rêxistina Ekolojiya Helepçeyê Omer Salîh Ahmed, der barê xeban xwe de ji ajansa me DÎHA'yê re axivî. Ahmed diyar kir ku wan di 1'ê Çileya 2009'an de li Helepçeyê komele ava kir û ji bo ekolojiya Helepçe û herêmê biparêzin dest bi xebatê kirin û wiha got: "Armanca me em ekolojiya 4 perçayên Kurdistanê biparêzin. Em niha hatin Amedê û em dixwazin nerîn û pêşniyarên saziyên Amedê jî bigirin. Di mehê pêş de em dê li Helepçeyê bi tevlêbûna 4 perçeyan konferansa ekolojiyê pêk bînin. Sala pêş jî em armanc dikin ku li Amedê konferansa ekolojiya Kurdistapê pêk bînin. Di komeleyê de 9 heval di rêveberiyê de cih digirn. Bi tevahî 30 kes bi awayeki çalak xebatê komeleyê dimeşînin. Em bêtir dixwazin av û axa Kurdistanê biparêzin. Ji ber ku herî zêde şer li ser ax û avê tê meşandin û herî zêde ax û av wêran dibe. Em dixwazin ax û ava Kurdistanê biparêzin."

Xebat ji 2 beşan pêk tên

Ahmed, destnîşan kir ku xebatên wan li ser ziman, jin, çand û ekolojiyê hene û hemû bi hev girêdayî ne. Ahmed, da zanîn ku di sala 2012'a de bi alîkariya Helepçe û Silêmaniyê konferansa ax û avê pêk anîn û armanc dikin ku hişmeniya parastina ekolojiyê li her derê pêş bixin û wiha got: "Em armanc dikin ku êdî her sal di 16'ê Adarê de kevneşopiya çandina şitlan bidin destpêkirin. Em dixwazin her sal di 16'ê Adarê de li her çar perçeyên Kurdistanê roja çandina daran îlan bikinû bikin wekî çand û kevneşopiyê. Projeya Birêz Ocalan a Ekolojiyê pir bi qîmet e. Gelek sûda wê li ser me çêbû. Projeya mirov, jin, ekolojî pir girîng e. Divê em di qada ekolojiyê de şoreşa hişmendiyê pêş bixin."
Amed, xebatên komeleyê jî nirxand û wiha got: Em li Halepçe şehîd, Şarezûr, Pênçven, Seyîd Sadik û Hawremanê xebatmê dimeşînin. Çalakiyên me ji Beşa Perwerde û peşa Beşa Çalakiyên ekolojî pêk tên. Beşa perwerdê: Li perwerde kirina hemî tebeqeyên civakê bi taybet di nava dibistanan da. Ewjî bi rêka semîner, panêl û civînên hoşiyarkirina civakî.
Başa çalakiya ekolojî: Ev beşa ekolojîyê bi çêkirina konferansa xwe dide naskirin. Li hemu navçeyên qadên karkirina meda pirsgirîkên ekolojî yên mîna; ax, hewa, aw û elaqedarên xwezayê. Revebirina çalakîyên paqij kirina cihîn giştî û cihên turîstî yê. Ragehandina pêngav li hemberî şewitandina daristanên herêmê li aliyê dewletê îranêve. Di heman demêda encamdanê çalakiyên çandina şitil û çêkirina pirojeyên şitilên taybet.
Beşên saziya me; Encumena rêveberiya giştî, Berpirsiyara giştî. Cîgira berpirsiyara giştî, Ragihandin, Disîplîn, Aborî, Îdare û Arşîf, Werziş, Beşa têkilîyan." 

DÎHA/AMED