Li gundên herêmê piştî demsaliya payîzê ber bi zivîstanê ve çû telaşa zivistanê dest pê kir. Gundiyên bi demsaliya biharê li ziviyan kar dikin bi demsaliya payîzê ji axê keda xwe ya hilbirînê digirin. Li herêmê amadekariyên zivîstanê dest pê kirin. Ji bajarên amedekariyên zivîstanê dikin yek jî Mêrdîn e. Gundên Barman û Elfanê yên navçeya Stewrê yên Mêrdînê hemû malbat bi awayekî seferberî dest bi amadekariyên zivistanê dikin. Li gundan pelên daran diweşiyan û darên bihê tên birîn û ji dîrekxaneyan re dibin. Ji bo kar hemû gundî bi hev re xebatên dikin û bi pereyê qezenc kirin debara malbatên xwe dikin.
Li gundan karê rez berdanê û çêkirina Bastîq, Benî, Dims û Salçeyê dest pê kir. Gundî serê sibê dest bi xebatê dikin heya derengê şevê dixebitin. Ji ber betaliyên piranîna ciwanên gund ji bo xebatên çûne bajarên rojavayê û ji ber vê yekê kar piranî ji dapîr û bapîran re ma. Rez berdana wekî çandekê li nav gundiyan de cih girt dest pê kir û hişkirina fêkiyan ji pêktê. Gundî hilberînên bi dest dixin hinekê ji zarokên xwe re rêdikin, hinekê jî ji xwe ra radikin û hilberînên zêde jî difiroşin.Gundî ji bo çêkirina dims, bastîq û benî yê di nav liv û tevgerekê dan e. Gundî yekem tiriyê li rezan kom dikin. Hinek gundî tirî li malên xwe û hinek jî li rezan diperçiqînin dikin şîre. Ji bo hilberîna zehmet bi dest bixin hinek dem lazim in. Ji van hilberînên ji bo hemû deradan derman in yek jî dims e. Li Amed, Sêrt û Mêrdînê her sal bi sedan ton tirî dikin dims. Li herêmê di dema rez birînê de tirî bi torban tên tejîkirin û tên perçiqandin. Pişt re ava tirî ya bi navê "şîre" di mencelan de bi hinek tevlîbûna asîtê dikin dims. Piştî şîreya hate kelandin ji ser agir tînîn xwarê û piştî demekê tortuyê di nav de dikeve binê mençelê û zelal dibe. Pişt rojekê bêhna wê hate dan careke din li parzûn tê kirin û heya dibe pekmez tê kelandin. Piştî baş keliya û hate asta dimsê li meterayan an jî firaqên din tê valakirin û li cihên hînik û hişt tê sekinandin.

Bi ava şîre ya tirî tenê dims na bastîq û benî jî tê çêkirin. Li gunduna ji bo amadekariyên zivistanê fiengî jî tên komkirin. Ji firengiyên sor salce tê çêkirin. Ji firengiyên şîn jî tirşî tê çêkirin.

SERTAÇ KAYAR - DÎHA-MÊRDÎN