2. Konferansa Jinên Kurd wê ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê di 27’ê Nîsanê de bi sernavê “Rola têkoşîna jinan a li dijî Îslama radîkal” were lidarxistin. Konferans wê li salona konferansê ya Îzmaylovskî Otel a li Moskowayê dest pê bike. Ji çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat siyasetmedar, kesayet û pispor beşdarî konferansê dibin. Şiyara konferansa me ya îsal ku wê li Îzmaylova Otelê pêk were, ‘Rola têkoşîna jinê ya li dijî Îslama radîkal’ e. Em hêvîdar in wê encameke xweş ji bo hemû jinan ji konferansa me derkeve.” 


 MOSKOVA