Li herêma Serhatê bandora hewaya sar hêdî hêdî xwe nîşan dide û amadekariyên jinan ên zivistanê jî berdewam dikin. Jinên taxa Suphan a navçeya Artemêtanê ya Wanê di rojên dawî yên havîn de bi amadekariyên zivistanê derbas dikin. Jin serê sibê zû dest bi xebatan dikin û heye dereng xebatên xwe didomînin. Jinên amadekariyên zivistanê dikin bi cîran û xizmên xwe re tên cem hev û karbeşiyê dikin û dest bi amadekirinan erîşte, konserve, tirşî, mişmiş, nok û veşartina penîrê bi giha dikin. Jin ewil ji bo ku fêde ji tîrêjin rojê bigirin dest bi birîna erîşte dikin.


Erîşteyan bi baldarî dibirin
Jina bi navê Hanim Turan, diyar kir ku ji bo jinan karê herî zehmet birîna erîşteye û amadekeriyên erîşte çawa dikin vegot. Turan melzemeyên di nava erîşte de yek bi yek vegotin û anî ziman ku nanêsêlê yê berê hatî amadekirin û hişkirin bi hunerî dibirin û li ser pateyê hatî amadekirin dirêjin. Turan, da zanîn ku erîşteyên nêzî 4 rojan hişk dibin pişt re li ciheke hênik tên parastin. Turan, bilêv kir ku erîşteyê tê hişkirin zivistanê di nava xwarinên cuda de bikartînin. Turan, destnîşan kir ku amadekariyên zivistanê tenê bi karê erîşteyê bi dawî nebe û penîrê bi giha di bin axê de diparêzin û konserve, tirşî û reçela zêkiyan jî amade dikin. Turan, anî ziman ku penîrê bi giha di çala di bodruma malê de çêkirin bi baldarî diparêzin û berî koçberî bajar bibin li gund jî bi heman rêbazê penîr vedişartin û bi mehan wisa diman.

Ji bo Keledoş keşk şert e

Turan, da zanîn ku ji bo xwarina li herêmê ya bi nav û deng Keledoşê keşk nebe nabe. Turan, bilêv kir ku amadekariya keşkê jî gelek zehmet e. Turan, diyar kir ku dew ewil tê kelandin, pişt re li parzîn dikin û dibe cacix û pişt bi xwê tên hêrandin û li ber rojê tê hişkirin û bi wî şiklî keşk tê amadekirin. Turan, destnîşan kir ku keşk ligel ji bo Keledoşê tê bikaranîn ji bo xwarinên bi mast jî tê bikaranîn.

WAN