Mirov carna digihîje xaleke wisa, hima dike ku biteqe, dixwaze hemû perdeyên hobûn, nedadî û tabûyan biçirîne. Ma ev mirin û birîn çima tim li derê me datîne? Ma me bi kê çi kirbû ku ev 1400 sal in; dupişk, keftar û hovên çolistanê ketine pêsîra me, canên ciwan ji kezeba me diqetînin? Ew vampîrên di tasa seriyan de xwîna bêgunehan vedixwarin çima ji navenda Asyayê şeqitîn û hatin ketin pêsîra me bêtewanan? Ji bo çi koçberî, der û dertûlên biyaniyan ji bo me bû warên xwe spartinê? Pirs û pirs!..

Belê cihê spartinê, gelek caran cihê mirinê û cihê wendabûnê ye jî. Di cihanê de ji birînên herî xedar yek jî bêguman êşa mirinê ya li welatê biyanî ye. Bavê min ê gorbihuşt tim digot; „Lawo me hê du bav li cihekî binax nekiriye!“ Belê, belê! Dema em li hunermend, zanyar, niviskar û polîtîkzanên xwe dinêrîn, em dibînin ku axa welatê me nikane bi laş û hestiyê wan jî dilşad be. Ew ax bi wê hesretê jî dinale!... Aramê Tîgran li Belçîka, M. C. Bedirxan, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya li Parîsê, Îsmet Şerîf Vanli li Swisrê û yên din û din. Ma çima axa Xerza nekanibe bi dengê xwe yê bi awaza bilbilan Karabêtê Xaço şa bibe? Ma em kîjanê bêjin û kîjanê nebêjin. „Were hey lo lo, were hey lê lê!...“ Ma dil çawa nebêje “Êdî bes e!..”

Birîna herî teze ku hêvî dikim êdî dawî be, kiras guhertina mam Wezîrê Eşo ye. Ronakbîrekî ji nivşên Sovyeta kevn, mirovekî bedew, zarxweş, mînak, niviskar, rojnameger, hunermend, xwediyê awazeke dengbêjî (Derwêşo wey delal!…), lêkolîner, zanyar û mamoste. Ma çima ew ne li Amedê li der û dertûlan çavên xwe li jiyanê bigire û axa welatê min nekanibe wî hemêz bike? “Were wî bavo wî bavo li me fermane!…” Hey felekê xayînê, ew jî zarokê kesekî ji ber fermana li ser êzidiyan ya salên destpêka sedsala bîstan revîbû, bû.

Dada feleka xayîn ev e, niviskar û rojnameger Wezîrê Eşo jî li welatê biyanî kiras guherî û em li cih hîştin. Amargî amargî hêy mirovê hêja û xweşik amargî. Ma bê te rengê „Riya Teze“ û „Radyoya Erîvanê“ temam dibû? Ma kî dikane navê te û Radyoya Erîvanê ji bîr bike? Amargî Amargî Apê me Amargî (berbi Heq meşîn). 


Kurte jiyana wî: 

Jiyana wî wek mînakeke bi jan hemû koçberiya kurdan li ber çavan radixîne. Tim ji welatekî berbi welatekî din ve herikiye, ji bajarekî berbi bajarekî din ve çûye. Ew di yekê çila 1934 an de li Tîflîsê (Gurcîstan) tê dunê. Di sala 1953an de derbasê