Di salên 1993-95’an de bi darê zorê gundên wan hatin valakirin, ji Şirnex û Colemergê koçber bûn. Piştî gelek qonaxên zehmet qonaxa wan a dawî Mexmûr e.

AHMET KANBAL/MUJDAT CAN / MA/ŞIRNEX

Kampa Mexmûrê ku girêdayî Mûsilê ye û bêtir çûn û hatina wê li ser Hewlerê ye, 6 meh in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Piştî ku di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamê MÎT’ê yê li Konsolosiya Tirkiyeyê yê Hewlerê êriş pêk hat û endamê MÎT’ê hat kuştin, li ser Mexmûrê ambargoyê dest pê kir. Kampa penaberan a Mexmûrê 5 meh in di bin ambargoya PDK’ê de ye. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan ji bo kampê gotibû “Kampa Mexmûrê demek dirêj e wekî kampa rêxistina terorê ye.” û bi van gotinên xwe kamp kiribû hedefa xwe.

Mexmûr xwedî modela xweser e 

Kurdistaniyên 1993-95’an gundê wan li Şirnex û Colemêrgê hatin valakirin li kampa Mexmûrê dimînin. 12 hezar kes li kampê dimînin. Li kampê nifûs bêtir zarok in. Di sala 1998’an de Neteweya Yekbûyî (NY) xist parastina xwe. Li kampê perwerde ziman bi kurdî ye. Akademiyên perwerdeyê jî li kampê hene. Kamp li gorî modela “Xweseriya Demokratîk” tê rêvebirin. Di tevahî qadên rêveberiyê de jin û ciwan cih digirin.”

Di navbera salên 1999 û 2009’an de dema di navbera dewleta Tirk û PKKê de hevdîtin hatin kirin, li ser banga Rêber Apo komên aştiyê ji Mexmûrê çûn Tirkiyê. Komên Aştiyê yên ji Mexmûrê hatin piştre hatin girtin û ceza kirin. Di 19’ê Cotmeha 2009’an de li ser banga Rêber Apo “Koma Çareseriya Demokratîk û Aştiyê” ji Qandîl û Mexmûrê hatin, li Sîlopiyayê ji aliyê sed hezaran ve hatin pêşwazîkirin. Li ser ambargoya PDK’ê daniye ser kampê endamên Koma Aştiyê Nurettin Turgut û Endamê Komîteya Karê Derve yê Kampa Mexmûrê Polat Bozan axivîn.

Nurettin Turgut ê piştî 7 salan girtî ma hat berdan li ser ambargoyê got: “Bi ambargoyê dixwazin kampê belav bikin. Dixwazin rêxistinbûna li wir belav bikin. Dixwazin mudaxaleyî qada jiyanê bikin. Komara Tirkiyeyê dixwaze bi vî rengî bi ser bikeve. Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe bi vê ambargoyê zilmê li gel dike. Zilmê li Kurdan dike. Jiyana kampê li gorî modela “Xweseriya Demokratîk” e ku Rêber Abdullah Ocalan pêş niyar kiribû bi teşe dibe. Lê bi zext û ambargoyan vê modelê dikin hedef. Kampa Mexmûrê niha li Rojava mînak e.”

 PDK ji xwe ditirse

Endamê Komîteya Karê Derve yê Kampa Mexmûrê Polat Bozan jî got; Kamp di serî de di hedefa Tirkiyeyê de ye. Tirkiye dixwaze bi destê PDK’ê kampê belav bike. Êrişa li dijî endamê konsolosê dikin hincet û ambargoyê dewam dikin. PDK xelkê kampê ji bo xwe wekî tehdît dibîne. Armanc belavkirina kampê ye. Ji ber ku li vir jiyaneke xweser û modeleke demokratik heye.”